Dayîka Şemiyê Guzel Şahîn jiyana xwe ji dest da

Guzel Şahîn, ku piştî xwîn rijiya ser mejî dihate tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.

Dayîka Suleyman Cîhanê ku di cinayeta ‘kujer nediyar’ de hatibû qetilkirin, Guzel Şahîn duh piştî xwînîbûna mejiyê wê rakiribûn Nexweşxaneya Lezgîniyê ya Taksîmê ya li Gazîosmanpaşayê. Dayê Guzel vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Dayê Guzel bi salan di navbera girtîgeh û çalakiya Dayîkên Şemiyê de diçû û dihat, ligel temenê xwe di hemû çalakiyên demokrasî û mafên mirovan de her dem li pêş bû.