Dayik û bavê Koçak hatin destgîrkirin

Mûstafa Koçak ê ku ev 235 roj in di rojiya mirinê de ye, dê û bavê wî Hasan û Zeynep Koçak ji bo balê bikêşin li ser rewşa Koçak çalakî kirin û hatin destgîrkirin.

Mûstafa Koçak (28) ku ji ber îfadeya îtirafkarekê cezayê mûebetê lê hate birin bi daxwaza darizandina adîl greva birçîbûnê dabû destpêkirin ku piştî 90 rojan çalakî veguherand rojiya mirinê, 235 roj in di çalakiyê de ye.

Dayik û bavê Mûstafa Koçak bi armanca balê bikêşin li ser rewşa tenduristiyê ya kurê xwe li Qada Khalkedan a Kadikoyê çalakî kirin. Hasan û Zeynep Koçak carek din banga bihestiyarbûnê kirin. Bav Hasan Koçak wiha got; “Em ê Mûstafa terkî mirinê nekin. Mûstafa lawê me ye.” Dayik Zeynep Koçak jî wiha got; “Kurê min ev 235 roj in birçî ye. Çi dibe bibin dengê kurê min.”

HATIN DESTGÎRKIRIN

Hasan û Zeynep Koçak li qadê ji aliyê polîsên sivîl ve hatin destgîrkirin. Bav ê bi êş ku nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da wiha got; “Ma em ê parastina kurê xwe nekin? Kurê me bila bimire? Eger ev serokkomar be we yê çi bikira? Ji ber ne kur û zavayê Kadîr Topbaş e, bêdeng in? Edalet ji hejaran re tune? Em edaletê dixwazin, tiştekî din naxwazin.”