Dayik û bavê Ayşe Deniz Karacagîl hatin berdan

Dayik û bavê Ayşe Deniz Karacagil ê ku li Reqayê dema li dijî DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, Nuray Erçagan û Omer Karacagîl ku hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.

Dayik û bavê Ayşe Denîz Karacagil a ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, Nûray Erçagan û Omer Karacagil ên ku bi hinceta tevlî merasîma cenazeyê keça xwe bûne hatin binçavkirin, bi şertê kontrola hatin berdan. Dê û bav ku ji Beyrûtê hatin Stenbolê li Balefirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin û sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Kartalê kirin.

Dozgeriyê bi hinceta "propagandaya rêxistinê" kirine bi daxwaza girtinê Erçagan û karacagîl sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi şertê kontrola edlî Erçagan û karacagîl berda.