Dayik li hemberî tecrîdê li her derî li ber xwe didin

Li Edene û Enqereyê dayikên berxwedêrên girtî çalakiyên xwe didomînin. Li Dersimê saziyan hukumet hişyar kir.

Lil Edenê dayikên berxwedêrên girtî derdikevin kolanan û bi çalakiyên xwe xwedî li berxwedêrên girtî derdikevin. Malbatên li Enqereyê çalakiyên xwe didomînin, daxuyanî dan. Li Dersimê jî sazî li dijî tecrîdê derketin kolanan û hukumet hişyar kirin.

EDENE

Li Edenê malbatên girtiyên berxwedêr ji bo balê bikêşin ser tecrîd û berxwedana li hemberî tecrîdê, çalakiya rûniştinê ya li Parka Îsmet Înonu dayî destpêkirin di roja 11’an de didomin. Polîsên Tirk, dayik dorpêç kirine, nahêlin kes nêzikî wan be, lê belê dayik çalakiya xwe didomînin.

Parlamentera HDP’ê Tulay Hamîtogullari û rêveberên HDP, HDK û TUAY-DER’ê hatin parkê û serdana dayikan kirin.

Di dema ku serdana dayikan didomiya, polîsên Tirk kontrola nasnameyan kir û kesek bi hinceta ku di derbarê wî de biryara lêgerînê heye destgîr kir.

Dayikan, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û dengê berxwedêran bê bihîstin ku zarokên wan jiyana xwe jidest nedin.

 DERSIM

Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasî ya Dersimê ji bo balê bikêşin ser tecrîd û berxwedanann li Kolana Hunerê li hev civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî HDP, DBP, ESP, EMEP, SMF, CHP û komalayên Pîrsultan Abdal, ÎHD, DAD, Baroya Dersimê tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pêkhateyan bal kişand ser bêhiqûqiya hukumetê û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî vê bêhiqûqiyê pêk tên û diyar kirin ku divê demildest tecrîd bê rakirin, da ku hê berxwedêran jiyana xwe ji dest nedayî.

ENQERE

Dayikên ji bo zarokê n xwe yên li dijî tecrîdê ketî berxwedana greva birçîbûnê, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya rûniştinê pêk tînin, çûn Navenda Giştî ya ÎHD’ê û daxuyanî dan. Serokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû.

Turkdogan got, “Wezareta Karê Hundir daxuyaniyek da. Diyar kir ku qedexeya hevdîtina li Îmraliyê rabûye. Heke qedexe rabibe, bila malbat û parêzer hevdîtinê bikin.

Divê her kes guh bide dengê dayikan. Em li vê xakê di mijara têkoşîna demokrasî û mafê mirovan de rista dayikan baş dizanin. Lê belê îro li hemberî dayikên li Gebze, Stenbol, Wan, Êlih û gelek cihan tundiyan polîsan pêk tê. Em vê yekê qebûl nakin. Êşkence û zext li dayikan tê kirin mixabin. Em Wezareta Karê Hundir hişyar dikim ku dest nedin mafê dayikan a protestokirin.”

Dayika Nezahat Teke ku li ser navê dayikan jî axivî got, “em li ser navê dayikên ku li kolanan li ber xwe didin, lêdanê dixwi, pora wan tê kişandin, li erdê tên kaşkirin, li vir in. Ji bo me saet û xulek girtîng in lê belê heta niha hevdîtin pêk nehatiye."

Dayika Ayşe Alici jî axivî û got, “Em dayik in. Kezeba me dişewite. Divê her kes çi ji destê wan tê bikin.”