Daxwaza vekirina TV10 hat kirin

TV 10 a ku bi Biryarên di Hûkmê Qanûnan de (BHQ) hate girtin, ji bo vekirina wê xebatkarên TV 10 cara 18'min li Meydana Galatasarayê hatin cem hev.

Xebatkarên TV 10, ku bi Biryarên di Hûkmê Qanûnan de (BHQ) hatibû girtin, ji bo vekirinê cara 18'mîn li pêşiya Liseya Galatasarayê kombûn. Di çalakiyê de pankarta 'Dengê Elewiyan TV 10 nayê qûtkirin' hat vekirin. Her wiha dowîzên li ser 'Tekoşîna Gel a Mafê Elewiyan nayê darizandin' û 'Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin' hatibû nivîsîn vekirin. Li aliyê din posterên Hz. Elî jî hatin bilindkirin.

Li ser navê Komelaya Demorasî ya Elewiyan (DAD) Ozgur Bûlan axivî û got: "Em nabîn Elewiyên dewletê. Dewlet ji Elewiyan baç digre, dibin leşkeriyê û Eleviyan tune dibîne. Ev di dema Osmanliyan de jî wiha bû, bi wî awayî berdewam dike."

Çalakî bi duakirin loqmeyan û belavkirina wê ve bi dawî bû.