Daxwaza malbatan a ji bo hevdîtinê careke din hat redkirin
Daxwaza malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê careke din hate redkirin.
Daxwaza malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê careke din hate redkirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ji bo biçin Îmraliyê.
Lê belê dozgeriyê serlêdan careke din red kir.