Konfederasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê (AvEG-Kon) Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) û endamên Young Struggle (YS) li Kolnê ya Elmanya bi daxwaza ‘’ji Pirsûsê re edalet, ji her kesî re edalet’’ çalakiyek li dar xistin.
ATÎK, ADHK, NAVDEM û endamên KCD-E’yê û endamên Însiyatîfa Parêzerên Kurd ên Elmanya piştgirî dan çalakiya ku li ber Stesyona Trênê ya Navendî hatî kirin.
‘PIRSÛS BÛ DESTPÊKA RÊZA KOMKUJIYAN’
Çalakiyê bi rêzgirtina ji bo kesên ku di komkujiya Sêwaz û Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Hevserokê AvEG-Kon’ê Bakî Selçûk di axaftina xwe de got, komkujiya Pirsûsê ku di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê pêk hatî bû destpêka rêze komkujiyên ku li Kurdistanê û Tirkiyê pêk hatin û got, ‘’Komkujiyên wekî Enqere, Stenbol, Cizîr, Sûr, Silopya, Gever û Roboskî hatin kirin.’’
Selçûk bal kişande ser biryara xefiyê ya li ser dosyaya lêpirsînê ya Pirsûsê û got di dozên hevşib ên komkujiyan de bi biryara xefiyê hewl tê dayin ku ser wan were nixumandin. Selçûk amaje pê kir ku Kurdan li dijî darbeya Qesrê berxwedana xwerêveberiyê dane destpêkirin û bi berdewamî wiha got: ‘’Bajar hatin kavilkirin, mirov li jêrzemînan hatin şewitandin. Li Tirkiyeya ku faşîzma mêtinger li meclîsê darbe kirî, hemû raye bi dest Erdogan ve hatine hiştin, heqên bingehîn û azadî hatine rakirin. Akademîsyenên ku dibêjin, ‘’em ê nebin şîrekê’’ sûcên dewletê ji zanîngehê têne avêtin, binçavkirin û girtin.”
Selçûk diyar kir, ew piştgiriyê didin kampanyaya, ‘’Ji Pirsûsê re edalet, ji her kesî re edalet’’ ku beriya salvegera komkujiyê hatî destpêkirin û got,’’ Em dixwazin li Tirkiyê biryara xefiyê ya li ser dosyayên komkujiyê werin rakirin û berpirsên komkujiyan werin darizandin.’’
‘DI TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ YA GELAN DE BÛNE PIR’
Di çalakiyê de Yuksel Koç li ser navê KCD-E’ê axivî û wiha got: ‘’Beyî piştgiriya hikûmeta AKP’ê komkujiya Pirsûsê nedikarî pêk were.’’ Koç diyar kir, komkujiya Pirsûsê desttpêka şerê qirêj bû û got, ‘’pira piştgiriyê ya ciwanên sosyalîst di hedefa DAÎŞ û dewletê de bû.’’
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Yekîtiya Jinên Sosyalîst Ayşe Yumlî Yeter di axaftina xwe de got, ‘’Ji bo ku di têkoşîna yekbûyî ya gelan de bibine pir çûne Kobanê.’’ Yeter, di dawiyê de got ew edaletê dixwazin.
Di axaftina li ser navê ATÎK’ê de jî hate gotin êrîşên bi mebesta îmha û înkarê yên dewleta Tirk berdewam in û diyar kir ku gelan jî berxwedan hilbijartine. Di axaftinê de hate xwestin ku lêpirsîna ku di der heqê rêveberên ATÎK, NAVDEM, AGÎF’ê de li Elmanya hatine destpêkirin demildest divê werin rawestandin û hate gotin, “weke rêxistinên penaberan têkoşîna hevpar û piştgirî divê were xurtkirin.’’
Hevserokê AGÎF’ê Mesût Dogan jî di axaftina xwe de got ew ê daxwaza ji bo Pirsûsê edaletê li bajarên Elmanya bînin zimên.