Berdevka Partiya Netewî ya di bin sêwana Serî Netewîne Parîs (france Insoûmîes) a yek ji tevgerên çep ên herî girîng ên Fransayê ye û heman demê Hevkoordînatora Partiya Çep Danîelle Sîmonnet, di axaftina xwe ya li Şaredariya Parîsê kir de, rewşa Leyla Guven kir rojev.
Sîmonnet a ji bo beşdarî rûniştina doza ku wê Leyla Guven jê dihat darezandin bibûya çûbû Amedê, pêşniyar kir ku welatîbûna rûmetê bidin Guven.
Sîmonnet li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev tişt got: “Li Tirkiyeyê nêzî 10 hezar girtiyên siyasî hene. Parlementera HDP’ê Leyla Guven ji meha Mijarê ve di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza ji bajarê Parîsê dikim ku welatîbûyîna rûmetê bide Guven û bixe di bin parastina xwe de.”
Sîmonnet berî demekê çûbû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Ocalan lê dom dike.