Daxwaza azadiya Ocalan li Mannheîmê hate kirin

Li ser banga organîzatorên çep ên Tirkiyeyî, li bajarê Manneheîm ê Elmanyayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Çalakiya ji aliyê Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya (AGÎF), rêxistina ciwanan Yoûng Strûggle,  Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ve hate organîzekirin, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin hate kirin.

Di çalakiyê de belavoka li ser navê AGÎF’ê hatibû amadekirin hate xwendin. Her wiha li ser navê rêxistinên ciwan û SKB’ê bi zimanê Elmanî axaftin hate kirin.

Çalakvanên li pêşiya gara trenê hatin ba hev, daxwaza azadiya Ocalan ê bi salan e di nava şertên tecrîda girankirî de dijî, kirin. Di çalakiya posterên Ocalan hate hildan de nêzî 100 kes tevlî bûn.