'Daxuyaniya Partîkiyê nêrîna Ermeniyan nîne'

Ji Nûnerên Ewropayê yên Nor Zartonkê Kalk nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Patrîkiya Ermenî ya Tirkiyeyê da ku destek dabû êrîşa li ser Efrînê. Kalk got, "Daxuyaniya hatiye dayin, nêrîna Ermeniyan nîne."

Nûnerê Ewropayê yê saziya Ermenî Nor Zartonk Alex Kalk nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Partîkiya Ermenî ya Tirkiyeyê da, ku destek dabû êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê û Rojava.

Kalk got, "Herêma Efrînê, ji destpêkirina şerê Sûriyeyê û vir ve herêmeke ku şer lê gelekî kêm e. Bi saya vê yekê gelek penaberan xwe lê girtin. Li Efrînê Asûrî-Suryanî, Keldanî, Êzidî, Ermenî, mirovên ji gelek bawerî û neteweyan dijîn. Rêveberiya Kantonê di çarçoveya îradeya mirovan de jiyaneke aştiyane afirand. Lewma herêma Efrînê pratîkeke gelekî girîng nîşan da. Aştî li nava jiyanê serdest bû. Mixabin Tirkiyeyê bi hêzên xwe yên çekdar û bi çeteyên xwe êrîşî vê derê dike. Dixwaze dagir bike. Bêguman em li dijî vê dagirkeriyê ne."

'PATRÎKIYA ERMENÎ ÇIMA BÊ PATRÎK E?'

Kalk da xuyakirin ku Patrîkiya Ermenî ya Tirkiyeyê niha vala ye û got, "Rêveberiya Partîkiya Ermenî ya Tirkiyeyê niha vala ye. Ji ber ku li Patrîkxaneyê Partîk bi hilbijartinê tê. Lê, rêveberiya AKP'ê demeke dirêj e hilbijartinê taloq dike û pêşî lê digire. Lewma li Patrîkxaneyê niha Patrîkekî hatiye hilbijartin nîne. Destpêkê divê mirov bi vê zanibe. Divê mirov bêjin ku zexteke gelekî giran li ser vê saziyê heye. Lewma ev daxuyanî, nêrîna hemû Ermeniyan nîne. Qet nebe, weke Nor Zartonk em tevlî vê nêrînê nabin. Gelek Ermenî jî tevlî vê nêrînê nabin. Em alîgirên aştî û biratiyê ne. Em destekê nadin ti awayê şer."

Kalk bang li hemû Ermeniyan û gelan kir ku tevlî çalakî û kampanyayên li dijî êrîşa li ser Efrînê bibin.