Daxuyaniya Meclîsa Jinan a HDP'ê ya li ser Mensûr Işik

Meclîsa Jinan a HDP'ê têkildarî nûçeyên li ser tundiya Parlamenterê Mûşê Mensûr Işik li hevsera xwe kir, daxuyaniyek da. Meclîsa Jinan diyar kir, "Tundî ji kê tê bila bê em ê li ber rabin."

Meclîsa Jinan a HDP'ê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser nûçeyên ku dibêje, Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê tundî li hevsera xwe Ebrû Işik kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkildarî vê tundiya ku li çapemeniyê hate weşandin, gotinên jinê ji bo me esas e û di vê çarçoveyê de me dest bi lêkolîna pêwîst kirine."

'TUNDÎ JI KU TÊ BILA BÊ EM Ê LI BER RABIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkoşîna li dijî her şêweyên tundiya li jinê, ji bo me Meclîsa Jinan a HDP'ê sedema hebûnê û têkoşînê ye. Tundî ji kê û ji ku tê bila bê em ê li ber rabin û careke din ji jinan û tevahiya raya giştî re radigiyînin ku em ê di têkoşîna dijî tundiyê de bi israr bin.

Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku em rewşê lêkolîn dikin û mekanîzmayên pêwîst me xistine dewrê."