Daxuyaniya hevpar: Divê şert û mercên li girtîgehan tavilê bên sererastkirin!

ÎHD, TÎHV, OHP û ÇHD'ê diyar kirin, şert û mercên li girtîgehan ku bûn sedema destpêkirina grevên birçîbûnê dewam dikin û hikumet şermezar kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), li ser şert û mercên li girtîgehan îro daxuyaniyeke hevpar dan.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Şert û mercên însanî yên li girtîgehên Tirkiyeyê giran bûne û bi bahaneya Rewşa Awarte zexta li ser girtiyan zêde bûye" û hat bibîrxistin, ku li ser banga KCK'ê grevên birçîbûnê bi dawî bûne.

LI GIRTÎGEHAN ÇI DIQEWIME?

Di daxuyaniya hevpar de li ser rewşa girtîgehan ev agahî hatin dayîn:

"Bi taybetî, piştî hewldana darbeyê bi qasî 45 hezar kes bi îdîaya tevlî hewldana darbeyê bûne û endamê rêxistina Fethûllah Gulen in hatin girtin, ji ber zexta dadgeriyê ya li ser mûxalefeta Kurd û mûxalefeta civakî bi qasî 10 hezar kes hatin girtin û girtina bi îdîaya sûcên din dewam kirin. Ev yek bû sedem ku girtîgehên kapasîteya wan kêm e, gelekî tijî bibin û bi vî awayî girtîgeh veguherî cihekî ku jiyan lê giran e. Li gorî daneyên di 1'ê Mijdara 2016'an de ji aliyê Wezareta Edaletê ve hatin eşkerekirin, li girtîgehên Tirkiyeyê 197.297 kes hene. Tevî vê yekê jî tê texmînkirin ku hejmara heyî bi qasî 210 hezarî ye. Li gorî Wezareta Edaletê, kapasîteya asta herî bilind a girtîgehan 183 hezar e. Dema ku ev rewş bê nirxandin wê were dîtin, bê asta tijîbûnê çiqas e. Efûyên Rewşa Awarte yên sergirtî ku ji bo girtiyên edlî hatin derxistin, têra çareserkirina vê rewşa dagirtî nekir. Astengkirina mafên qanûnî bi rêya Rewşa Awarte û erka biryarnameyan, pirsgirêke cidî ya mafên mirovan e ku divê bi taybetî li ser bê rawestîn. tecrîda li girtîgehan, pêkanînên kêfî, îdîayên li ser îşkence û kiryarên xerab, sirgûn û sewq, cezayên dîsîplînê yên kêfî, dermannekirina girtiyên nexweş, neberdana girtiyên nexweşiya wan giran e, çend ji pirsgirêkên li girtîgehan e."

BANGA LI WEZARETÊ

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, erka Wezareta Edaletê ye ku piştî bidawîbûna grevê birçîbûnê şert û mercên neyînî ji holê rake û hat gotin, "Li gorî mewzûata ceza, peymanên navneteweyî yên li ser azadî û mafên bingehîn ku Tirkiye jî aliyekî wê ye, li gorî Pêşniyar û Danezana Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafên girtiyan, lazim e ev şert û mercên neyînî tavilê werin sererastkirin."

'JI BO DERMANKIRINÊ, DIVÊ TTB WEKE REFERANS BÊ DÎTIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî ku grevên birçîbûnê qediyan, dermankirina çalakgerên greva birçîbûnê divê li gorî pîvanên ji aliyê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ve hatine destnîşankirin, were kirin."

Di vê çarçoveyê de bang li Wezareta Edaletê hate kirin ku diyalogê bi TTB re deyne û tevî vê yekê destûrê bide ku doktorên serbixwe li girtîgehan kontrola tenduristiyê bikin.

HIKUMET HATE ŞERMEZARKIRIN

Saziyan gotin, "Di dema grevên birçîbûnê de saziyên me banga diyalogê li desthilatdariya siyasî kir, lê belê bersiv ji vê re nehat dayîn. Em vê helwesta antî demokratîk a desthilatdariya siyasî şermezar dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji bo rakirina mercên nebaş ên li girtîgehan û bicihhatina daxwazên girtiyan, ew ê bi erka xwe rabin û di nava hewldanan de bin.