Daxuyaniya 'Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re' ya têkildarî Graeber

Însiyatîfa "Azadî ji Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re" têkildarî wefata aktîvîstê anarşîst, antropolog û dostê Kurd Davîd Graeber daxuyanî da û diyar kir, "Graeber yek ji entelektûelên herî girîng ê şoreşger ê vê serdemê bû."

Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re' daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Di 2'ê Îlona 2020'an de hevrê û dostê me yê hêja Davîd Graeber ji nişka ve jiyana xwe ji dest da û em gelekî pê êşiyan. Mirina wî ji bo me windahiyeke mezin e. Em ji malbat û hevalên wî re dibêjin, ku hemxemê we ne.

Taybetmendiya herî girîng a Davîd Graeber ew bû ku bi rengekî cuda li jiyanê dinihêrî. Bûyerên ku beşeke mezin a ji me hîn bûne û lê napirsin, wî her tim bi nêrîneke cuda lê dinihêrî. Afirîneriya wî ya bêhempa dikir ku hem li dîsîplînên cuda hem jî di demên cuda de bêyî zor û zehmetiyê bikişîne bigere.

Davîd çi ji bo tevgera 'Wall Streetê dagir bike' çi jî ji bo şoreşa li Kurdistanê bi taybetî ya li Rojava, her tim bi helwesteke pêşdîtî û şoreşgerî tevdigeriya. Kengî bindest ketin nava liv û tevgerê û hewl dan tiştekî nû biafirînin, Davîd bi teoriyên xwe piştgirî da van hewldanan.

Dema ku ev kir, carna dinya tev carna jî civata çep li ber rabû. Di têkiliya bi gelê Kurd re ev yek dihate dîtin. Davîd beriya niha bi 5 salan li hemberî kesên ku bi gumanbarî nêzî şoreşa Rojava dibûn digot, 'Na, li vir şoreşeke rastî pêk tê'. Felsefeya siyasî ya Abdullah Ocalan şîrove kir û pê re diyalogeke neyekser danî."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Davîd Graeber tevkariyeke xurt li dnasîna daneheviya entelektuel a Tevgera Azadiyê ya Kurd li qada navneteweyî kir û hate gotin, analîz û şîroveyên wî di heman demê de nêrîna wan jî xurt kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ew ê li Rojava û li her devera ku ruhê mirovan lê azad de her bê bîranîn."