‘Dawî li vê zilmê bînin, girtiyên nexweş berdin’
‘Dawî li vê zilmê bînin, girtiyên nexweş berdin’
‘Dawî li vê zilmê bînin, girtiyên nexweş berdin’
Endamên Komîsyona Girtîgehê Şaxa Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Endamên Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş bên berdan li Qada Galatasaray saetekê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li ser navê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Stenbolê Hatîce Onaran daxuyanî xwend.
Onaran diyar kir ku wek parêzvanên mafên mirovan wê qîrînên girtiyên nexweş timî bidin bihîstin û wiha bang li hikûmetê kir: “Dawî li vê zilmê bînin. Girtiyên nexweş serbest berdin.”