Davutoglu HDP û PYD kir hedef
Davutoglu HDP û PYD kir hedef
Davutoglu HDP û PYD kir hedef
Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê der barê hovîtiya DAIŞ’ê ku dinya rabû li ser piyan yek gotinekê jî nake, li ser çalakiyên ji bo Kobanê HDP û PYD kir hedef û siyaseta Kurd “bi otorîterbûnê” sûcdar kir. Davutoglu pirsa “Hûn ji bo Kobanê mudaxaleya leşkerî naxwazin, em alîkariya mirovî dişînin hûn êdî çi dixwazin” kir û redkirina HDP’ê ya teskereyê ji carake din rexne kir. Davutoglu di axaftina xwe de balkêş e ku gotina “Li şûna her TOMA’yên hatine şewitandin em ê 5 TOMA bikirin" kir.
Serokwezîr û Serokê Giştî yê AKP’ê Ahmet Davuoglu di civîna koma partiya xwe de axivî guhertina ku ji bo “turbanê” kirine weke “azadî” bi nav kir û nirxandina “Ji îro û şûn ve xwişkên me yên servekirî jî yên bi turban jî wê azad bijîn” kir. Davutoglu destnîşan kir ku dewlet wê bi tevayî destên xwe ji lîstikên şansê bikişîne, ji bo vê yekê biryara prensîbê girtine û ji bo akademîsyenan jî prîma teşwîqê de bidin.
Davutoglu anî ziman ku pêvajoya ku Tirkiye weke heweya cejnê jiya de çalakiyên Kobanê derketine û ev çalakî şiband çalakiyên Geziyê û operasyona 17’ê Kanûnê û ji bo çalakiyên Kobanê “hewldana tevlihevkirina Tirkiyeyê” bi nav kir. Davutoglu ji bo çalakgeran jî gotina “taşeron û provokator” bi kar anî û wiha berdewam kir: “Me ev ezmûn pir dîtin, em dizanan van ezmûnan çawa bidin jî, em ê çawa bersivê bidin wan provokatoran jî dizanin.” Davutoulu îdîa kir ku çalakî bi hinceta Kobanê hatine derxistin lê tê xwestin hilbijartinên 2015’an bikeve bin wesayetê û der barê çalakiyan de îstatîstîk da. Davutoglu îdîa kir ku di çalakiyan de avahiyên cemawariyê, otorîteya cemaweriyê, kargeh û avahiyên KP’ê hatine hedefgirtin bi vî rengî otorîteya cemaweriyê nehatiye naskirin.
Davutoglu di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî: "Em li hemberî vê yekê dixwazin 3 peyaman bidin. Li dijî nîzama cemaweriyê, pêvajoya çareseriyê alternatîfa nîzama cemaweriyê nîn e, çawa dibe bila be wê nîzama cemaweriyê bigirin bin garantiyê. Em ê ev kesên ku vandalîzmê dikin yek bi yek derxin pêşberî darazê. Me di Lijneya Wezîran de ev tişt tehlîl kir. Heke ji bo ewlehiyê tedbîrek bê girtin wê bê girtin. Li şûna her TOMA’yê tê şewitandin pêwîst be wê 5 TOMA bê kirîn. Tedbîrên ku divê bên girtin me di Lijneya Wezîran de nîqaş kir. Bila nebêjin Tirkiye vedigere dewleta polîsan ji ber vê yekê em ê mînakên welatên Ewropayê esas bigirin. Ji bo kargehên ku zerar dîtine jî dê zerarên wan bên tenzîmkirin. Ji îro û şûn ve kî zerarê bide ji bo ku ew zerarê tanzîm bike sererastkirin bê kirin. Yên ku ev kirine diyar e, yên ku gazî wan kirine HDP, yê piştgirî daye CHP. Yek jî AKP a ku ji bo pêşerojê vîzyonê ava dike…”
Davutoglu li hemberî Kobanê û Rojavayê di bin hovîtiya DAIŞ’ê de ye jî rexne kir û îdîa kir ku li wir sîstema yek partî hatiye avakirin û mafê jiyanê nadin partiyên din. Davutoglu di axaftina xwe de siyaseta alê kir û ev tişt anî ziman: “Li her deverê Tirkiyeyê wê hem ala sor hem jî ala AK Partiyê bilind bibe. Vê jî ez bi zanebûn dibêjim. Ji ber ku dema CHP çûbû Colemêrgê nekarîbû alê veke.”
Davutoglu yê di berdewama axaftina xwe de gotinên weke “Pirsgirêk Kobanê nîn e, ji bo Kobanê , ji bo Hesekê TIR me şandin, 200 hezar welatiyên Kobanê me qebûl kir, ew provokatorin, ev ji bo we nehatin, ew ji bo xwe bispêrin siya vê alê hatin” anî ziman û kesên ku ji bo Kobanê bihistiyariyê nîşan didin jî pirsa “we çima li hemberî PYD a ku li dijî partiyên din bertek nîşan neda” kir. Davutoglu teskere jî anî rojevê û îdîa kir ku wan ev teskere ji bo alîkariya mazluman derxistine û got ku HDP pêvajoya çareseriyê weke şantajê bi kar tîne lê ew ê destûr nedin vê yekê. Davutoglu di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Heke hûn bibirsin çawa alîkariyê didin Kobanê em ê rûnên û biaxivin. Kobanê ji me re emanata dîrokê ye, lê em ê destûrê nedin pêvajoya çareseriyê weke şantajê bê bikaranîn. Pêvajoya çareseriyê wê bidome. Ji bo Kobanê jî em alîkariya mirovî dişînin lê hûn naxwazin, hûn dibêjin nekevin wir, wê demê hûn çi dixwazin. Em biryaran li Enqereyê digirin.”
Davutoglu li hemberî partiyên din jî rexneyên xwe berdewan kir û ev tişt anî ziman: “Esed, Baas a Ereb, CHP Baas a Tirk, HDP Baas a Kurd di navbera wan de cudabûn nîn e. Biçin Hesekê û ew PYD çawa zilmê li kurdên wir dike bibînin.”
Davutoglu der barê daxwaza wan a herêma tamponê û herêma bi ewle de jî nirxandina “herêma bi ewle ya mazlum xwe bispêrin şert e” kir.
Davutoglu ji bo encama hilbijartinên HSYK a ku Platforma Yekîtiya di Darazê de jî kêfxweşiya xwe anî ziman.