Davutoglu, Demîrtaş hedef nîşan da

Davutoglu, Demîrtaş hedef nîşan da

Serokwezîr Davutoglu, li hember daxuyaniyên Demîrtaş ên têkildarî  "pakêta ewlekariyê" nerazîbûn nîşan da. Davutoglu got, "Ji xwîna bê rijandin wê Demîrtaş berpirsyar be." Davutoglu gelê ku hikûmetê protesto dike şiband "eşkiya"yan.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li hember, "pakêta ewlekariyê" ku diyar kir wê li Meclîs û kolanan têkoşînê bikin, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Demîrtaş hedef nîşan da.

'JI XWÎNA BÊ RIJANDIN WÊ DEMÎRTAŞ BERPIRSYAR BE'

Davutoglu piştî ji serdana Polonya vegeriya, di balafirê de ku daxuyanî da, ji bo gotinên Demîrtaş got, "Ez hişyar dikim. Ji her xwîna birije Demîrtaş berpirsyar e. Eger banga ji bo kolanan bike ji her xwîna biherike wê Demîrtaş berpirsyar be. Em ê hizûra gel teslîmî eşkiyayên kolanan nekin. Guhertin nîn e, Nîzama gelemperiyê ji Demîrtaş re jî pêwîst e. Ji bo bûyerên 6-7’ê Cotmehê pêk neyên, em pakêta ewlekariyê derdixin.”