Daristana Sewlawa dişewite
Li bajarê Merîwanê ya parêzgeha Sine agir bi daristana Sewlawa ket. Endamên Meclîsa Sewzî Çiya û xelkê herêmê ji bo vemirindinê çûn cihê şewatê.
Li bajarê Merîwanê ya parêzgeha Sine agir bi daristana Sewlawa ket. Endamên Meclîsa Sewzî Çiya û xelkê herêmê ji bo vemirindinê çûn cihê şewatê.
Li gorî nûçeya Rojnewsê bajarê Merîwanêy a parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê şeva din agir bi daristana Sewlawa ketiye û Endamên Meclîsa Sewzî Çiya û xelkê herêmê ji bo vemirindinê çûn cihê şewatê.
Heta niha ziyana ku agir daye nayê zanîn û şewat hê nehatiye tefandin.
Beriya bi çend rojan agir bi zozanên Buzîn û Merxêl yên bajarê Pawe ya ser bi Kirmaşanê ketibû. Di dema vemirandinê de 3 jîngehparêzan mirin û ji ber teqîna mayînan çend kes jî birîndar bûn.