Darbeya Qeyûman li gelek bajaran hatin protestokirin
Dagirkirina şaredariyên HDP’ê, destgîrkirina hevşaredar û qeyûm li şûna wan bicihkirin, li gelek bajaran bi çalakiyan hatin protestokirin.
Dagirkirina şaredariyên HDP’ê, destgîrkirina hevşaredar û qeyûm li şûna wan bicihkirin, li gelek bajaran bi çalakiyan hatin protestokirin.
Piştî Wezîrê Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê û Bajaroka Vartînis a Mûşê kir bertek û nerazîbûn zêde dibin. Nûnerên rêxsitinên civakî û HDP'ê li gelek navendan daket qadan û çalakî lidar xistin. Di çalakiyên şermezarkirinê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Vartînîsê yên HDP’ê “darbeya AKP’ê” ye.
AMED
Li pêş avahiya HDP'ê ya Navçeya Sûrê nûnerên rêxistinên Demokratîk û Rêvberên HDP'ê kom bûn û daxuyanî dan. Li pêş avahiyê pankarta “Qeyûm xezpa vînê ye. Em tu carî qebûl nakin" vekirin. Parlamenterên HDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Hatun Yildiz, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin gelê Kurd bê vîn bihêlin û qeyû di nava gel de qet ne rewa ye.
Çalakî bi dirûşmeya “Berxwedan jiyan e" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin û bi dawî kirin.
ŞIRNEX
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratîk li pêş avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê kom bûn û tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Parlamenterên HDP'ê, hevşaredar û rêveberên HDP’ê amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna hilbijêr e" vekirin û daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozgüneş, diyar kir ku AKP her ku diçe bêtir biçûk dibe û ji ber vê yekê êrîşî derdorê dike û qeyûm tayînî şaredariyan dike Ozgneş anî ziman ku ew wê şaredariyan dîsa qezenç bikin, demokrasî, aştî û edaletê bînin Tirkiyeyê.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
RIHA
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê têkildarî tayÎnkirina qeyûman daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Rêxistina HDP’a Rihayê Emîne Çetîner di daxuyaniyê de axivî û got: “Vîna gel bi qeyûman ji holê radikin û dixwazin rejîma qeyûman ava bikin. Îqtîdar dixwaze vê mayînde bike. Ji me û şaredariyên me ditirsin. Şewb, vîn, maf û hiqûqê nas nakin û qeyûman tayîn dikin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku mafê bijartinê ji destê gelê Kurd digirin û got: “Yên ku behsa demokrasiyê û mafê mirovan dikin qeyûman tayîn dikin û vîna gel nas nakin. Zilmek wiha li tu devera dinyayê nîne. Darbekar li dijî gelê Kurd darbeyê dikin. Her roj zilmê li gelê Kurd dikin. Lê wê gelê Kurd netirse û têkoşîna bidomîne. Şaredariyên we nikaribû bi hilbijartinê bi dest bixin, lê hûn bi zordestiya qeyûm desteser dikin.” Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
SEMSÛR
Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê jî tayînkirina qeyûman bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî Hasarî Ogûz daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe bidomînin.
EDENE
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê jî tayînkirina qeyûman û binçavkirin û girtina hevşaredaran şermezar kirin. Daxuyanî li Parka Heykel hat dayîn û Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari û rêveveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn. Bi vekirina pankartê gotin ew qeyûman naxwazin û dirûşm berz kirin.
Li ser navê platformê Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Edeneyê Îlhan Ongur axivî û got: “Dewlet êdî ne hiqûqî ye, êdî bi dewletek artêşa trolan re rûbirû maye. Qeyûm kirinên partiyek îqtîdarê ye û li dijî demokrasî û gel e. Bi qeyûman îradeya gel hat dizîkirin û desteserkirin, em ê jî bêdeng nemînin. Tayînkirina qeyûman dewama înkarkirin û tunekirina gelê Kurd a polîtîkaya sed salî ye. Divê hemû hevşaredar vegerin ser wezîfeya xwe û polîtîkaya qeyûman ji holê were rakirin.”
Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî axivî û destnîşan kir ku ew ê li dijî zîhniyeta qeyûman têbkoşin.