Danezana Konferansa Demokrasî û Aştiyê aşkera bû
Danezana Konferansa Demokrasî û Aştiyê aşkera bû
Danezana Konferansa Demokrasî û Aştiyê aşkera bû
HDK'ê danezana 2'yemîn Konferansa Demokrasî û Aştiyê ji raya giştî re aşkera kir. Di danezanê de hat gotin ku biryara avakirina "Koordînasyona Aştiya Daîmî" hatiye wergirtin.
HDK'ê danezana 2'yemîn Konferansa Demokrasî û Aştiyê aşkera kir. Di danezanê de rewşa rageşî hat nirxandin û wiha hat gotin: "Di konferansa me de hat tespîtkirin ku gotinên nîjadperestî û çanda lînckirinê ji hêla serkêşên hikûmet û dewletê ve hatiye pêşxistin. Ji bo rewşa şer û pêvçûnê were bêbandorkirin di 25-26'ê Gulanê de me 1'emîn konferansa xwe pêk anî û di konferansê de peyama bihêzkirina meşa aştiyê û aştiya civakî bê avakirin da."
KOORDÎNASYONA KONFERANSA AŞTIYÊ HAT AVAKIRIN
Di danezanê de hat diyarkirin ku biryara avakirina Koordînasyona Konferansa Aştiyê wergirtine û wiha pêde çû: "Di konferansê de hewldana îktîdarê ya ku dixwaze hêviyên aştiyê li ser navê huzura dewletê ji holê rake û daxwaza civakê ya 'aştiya bi rûmet' ji rojeva siyasetê derxe. Li ser navê "aştiyê" bêdengiya goristanê li ser civakê ferz dikin û ev jî rê li ber êrîşêm zayendî, mezhebî û nîjadî vedike. Ev alî hêza xwe ji ceza nekirina AKP'ê digirin û êrîşên bêexlaqî yên medyaya di bin destê AKP'ê de ye em red dikin. Bi redkirinê re li pêşiya me tenê bijarteya aştiyê heye û ev jî diyariya têkoşîna me ji me re maye. Di vê çarçoveyê de nîqaşên berfireh hatine meşandin û biryara avakirina Koordînasyona Konferansa Daîmî hatiye wergirtin."
Biryarên ku hatine wergirtin:
Biryarên ku di danezanê de hatine wergirtin hin ji wan wiha ne:
* Konferansa me li hemberî hovîtî, tundî, tecawiza DAIŞ'ê ye. Berxwedana Kobanê demokrasî û aştiya birûmet a ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû nirxên dinyayê, jinên herêmê, azadî û demokrasiyê tê meşandin silav dikin û destnîşan dikin ku bi hêzeke mezin bi wan re di nava tevkarî û destekê de bin.
* Divê Enqere dest ji hewldana avakirina "Herêma Tampon" û polîtîkayên tecrîdkirina Kobanê berde
* Konferansa me divê zirara ku di tundî, windakirina can û mal ên ku li hemberî welatiyên ji bo şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê daketibûn qadan pêk hatin bê dayîn. Em ji qanûn ku tundiya polîsan zêde dike "Qanûna Ewlehiyê" bi fikar in.
* Konferansa me radigihîne ku girtiyên şoreşger ên ku ji bo şermezarkirina tundiya li hemberî gel hatiye meşandin şermezar bikin ketine greva birçîbûnê ya bêdem xistiye rojeva xwe.
* Konferansa me tespît kiriye ku divê hikûmet berpirsyariya xwe ya pêvajoya ku di Çileya 2013'yan de hatiye destpêkirin û ji wê rojê heta niha di rojeva Tirkiyeyê de ye, pêk bîne.
* Ji bo pêvajo bi rêk û pêk bimeşe şertên ku divê dewlet bi cih bîne yek jê diyaloga ku bi Rêberê Gelê Kurd û têkoşîna azadiyê Birêz Abdullah Ocalan re destpê kiriye derbasî muzakereyên berfireh bibe. Konferansa me di vî alî de bi dehan caran ku ji hêla wî û heyeta hevdîtinê anîne ziman, ji bo Ocalan xebatên Sermuzakerevaniyê bimeşîne divê şert û mercên wî bên guhertin; bi medyaya herêmî û nevneteweyî re hevdîtinê pêk bîne; ji bo bi nûnerên civakê û pisporên çareseriyê re van mijaran nîqaş bike derfet bên afirandin; bi vê yekê re di demek kurt de xebatên avakirina Sekreterya, Lijneya Şopandin û Muzakereyê bên destpêkirin.
* Daxwaza me ya konferansê ew e ku azadiya girtiyên nexweş radestî wan bikin û bi giştî jî hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Konferansa me radigihîne ku divê bi lezgînî girtiyên nexweş serbest bên berdan û ji bo pêvajoya çareseriyê efûya giştî ya siyasî bê biencamkirin bi biryardarî dê şopdarê vê yekê be.
* Bi tespîta ku aştiya civakbûnê di mayîndebûna aştiyê di herêmî de derbas dibe, konferansa me armac dike ku 'Konferansên Aştî û Demokrasiyê' li herêman pêk bîne. Li herêman komîsyınên heqîqetê ava bikin, mînakên rû bi rûbûn û şahidên herêmî kom bike û herem ji bo heqîqeta xwe aderxînin holê dê gav bên avêtin.
* Konferansa me li hemberî komkujiyên ku çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wê li Rojhilata Navîn dimeşînin bi têkoşîna jinan re ye û girîngiyê didin pêşengiya jinan a ku di vê pêvajoyê de bibin diyarker. Jinên ku alî û pêşengê vê xebatê ne bihêlin ku bi awayekî aktîf tevli bibin.
* Bi hişmendiya ku aştiya Kurdistan û Tirkiyeyê bi têkoşîna hevpar a bi gelên Rojhilata Navîn bimeşîne û bi vê ve girêdayî di 3'yemîn konferansa me de hemû alÎ û hez bên cem hev, berpisyariya pêkanîna "Konferansa Demokrasî û Aştiyê" daye ser milê xwe û di vê çarçoveyê de bi tevkariya tevgerên aştiyê yên navneteweyî re tevna xebatê bê avakirin û peywira Koordînasyına Daîmî daye ser milê xwe.