Danezana encamê ya Konferansa Aştî û Demokrasiyê
Danezana encamê ya Konferansa Aştî û Demokrasiyê
Danezana encamê ya Konferansa Aştî û Demokrasiyê
Di danezana encamê ya Konferansa Aştî û Demokrasiyê de hat destnîşan kirin, ku ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê, şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin sererastkirin û derfet bên dayîn ku heyetên ji beşên cûda yên civakê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Di danezana encamê ya Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya 25-26'ê Gulanê li Enqerê de hat ragihandin, ku ji bo pêvajoya danûstandinan bênavber dewam bike, ewê di nava helwest û hewldaneke biryardar de bin. Danezana encamê weha ye:
"Em weke Elewî, Ermenî, Suryanî, Kurd, Tirk, Sunnî, Ereb, Roman, bi gotineke din hemû gel, komên bawerî, bêbawerî, rewşenbîr, ciwan, jin, LGBT'yî, kedkar, sendîkayî, kom û partiyên siyasî yên tevlî vê konferansê bûne, ji bo pêvajoya danûstandinan a destpê kiriye di rêyeke rast de bimeşe, aştiyeke mayînde têkûz bibe, ji bo pêşerojeke bi maf û azadiya herkesî, me biryar dan ku bi hev re tevbigerin, însiyatîfa çareseriyê biafirînin û tevgereke aştiyê ya civakî ava bihûnînin.
Em weke beşdarên konferansê diyar dikin, ku îro Tirkiye di qonaxeke girîng a pêvajoya çareserî û aştiyê de ye. Em bawer dikin ku divê pêvajoya hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd werin destekirin û pêşxistin. Konferansa me îlan dike, ku ji bo bênavber pêvajoya çareseriyê bimeşe, wê di nava hewldan û helwesteke biryardar de be.
Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayînde, em destnîşan dikin ku divê demokrasiyeke tevlêkar, azadîperest û wekhevperest bi hemû saziyên xwe pêk were û kar bike. Em careke din diyar dikin, ku demokrasî û aştî yekser bi hev re girêdayî ne û destnîşan dikin ku gavên di rêya demokratîkbûyînê de bên avêtin, wê pêvajoya aştiyê bi pêş ve bixîne.
Em dibînin ku hin nêzîkatî di warê baweriya bi hev re ya ji bo pêvajoya aştî û demokrasiyê de, rê li ber hin pirsgirêkan vedikin. Diyar dikin ku divê hukûmeta AKP'ê bi têgihiştina siyaseteke otorîter û hegemonyayî, pêşî li pêşketina pêvajoya çareseriyê negire. Gavên bawerîdayînê bi yekalî nabe û em bang li hukûmetê dikin ku gavên xurtkirina pêvajoya aştî û çareseriyê bêyî demê wenda bike, biavêje.
Ji bo hevdîtin û danûstandin encamekê bi xwe re bîne, pêwîste şert û mercên birêz Ocalan ên tenduristî, ewlekarî û azadî yê werin sererastkirin û derfet bên afirandin ku heyetên ji beşên cûda yên civakê pê re hevdîtinê pêk bînin.
Em destnîşan dikin, ku divê ne zimanê nefretê lê zimanê aştiyê serdest bibe û hurmetdayîn ji bo selamatiya vê pêvajoyê gelekî girîng e.
Em bibîr dixînin, ku ji bo civakîbûna danûstandin û aştiyê, divê astengiyên li pêşiya têkoşîna demokratîk werin rakirin, di vê çarçoveyê de azadiya îfade, rêxistinbûyîn, civîn û xwepêşandanan, divê bi ti awayî neyên astengkirin.
Di serî de girtiyên nexweş û zarok, divê ji bo serbestberdana hemû girtiyên siyasî, guhertinên qanûnî tavilê bikevin rojevê.
Em careke din destnîşan dikin, ku ziman, çand, bawerî û nasnameya gelan gerdûnî ne, ev nabin mijara bazariyan û ev mafên mijara gotinê, sedema welatîbûnê ne.
Di her qada pêvajoya çareserî û demokratîkbûyînê de em careke din tînin ziman ku huqûqa wekhev a nasnameya zayendî û tercîha zayendî, wekheviya jin û mêr, wê bi aştiyeke mayînde pêk werin.
EM ŞOPDARÊN PÊVAJOYÊ NE...
Em weke beşdarên Konferansê, xwe weke şopdarên pêvajoya danûstandin û aştiyê wezîfedar dikin. Bi taybetî destnîşan dikin ku divê li polîtîkayên ewlekariyê venegerin, pêvajo bênavber bimeşe û em bi biryardarî îlan dikin ku di vî warî de berpirsyariyên dikevin ser milê xwe emê bicih bînin.
Em bi yekdengî diyar dikin, ku ji bo têkûzkirina aştiyeke mayînde divê komkujî, kuştinên kiryarên wan ne diyar, wendahî û qirkirinên demên berê re rûbirûbûn were kirin û dibêjin, ku hemû sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, divê bêyî derbasbûna-wext, hemû werin zelalkirin û ji bo pêkhatina edaletê çi ji destê me were emê bikin.
Çareserî bi fedekariya yekalî nabe, lewma em bang li hemû partiyên siyasî yên li Meclîsê dikin. Em diyar dikin, ku divê bi deshilatdarî û mûxalefetê re gavên reformên qanûnî, demokratîkbûyîn û xebatên destûra bingehîn a nû beriya hilbijartinan bên amadekirin û parlamento li gorî lez û beza pêvajoya çareseriyê û bi zimanê çareseriyê bixebite.
Weke beşdarên Konferansê em radigihînin ku divê aştî ne tenê li Tirkiyê li Rojhilata Navîn û Sûriyê jî pêk were û komkujiya li Reyhanliyê rû da, pêdiviya lezgîn a bi aştiyê re nîşan da.
Weke hemû beşdarên Konferansê diyar dikin, ku em xwedî nêzîkatî û daxwazên hevpar in ji bo demokratîkbûyîn, aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo pêkanîna van daxwazan jî emê bi hev re tevbigerin.
Em bang li herkesên alîgirên aştî, demokrasî û mafên kedê dikin ku di têkoşîna demokrasî, edalet û wekheviyê ya li Tirkiyê de tevlî pêvajoya aştî û çareseriyê bibin.
Diyar dikin ku em ji deng, nêrîn û rêbazên cûda re vekirî ne û destnîşan dikin ku ewlekirina van rengên cûda bi têkoşîneke hevpar dibe.
Di vê konferansê de, vîneke demokratîkbûyîn, aştî û çareseriyê ya beşên cûda yên civakê derketiye holê. Em bi biryarin ku emê xebatên xwe yên ji niha û pê ve bi "Komîsyona Heqîqet, Rûbirûbûn û Edaletê", "Komîsyona Huqûq, Paqijiya Rê û Destûra Bingehîn", "Komîsyona Danûstandinên Civakî û Siyaseta Demokratîk" bimeşînin û van komîsyonan koordîne bikin.
Bi vê têgihiştinê em weke beşdarên konferansê îlan dikin, ku emê têkoşîna civakîkirina danûstandin û aştiyê bi pêş ve bibin û têkoşîna wekhevî, azadî, lêgerîna mafên kedê û edaleta ekolojîk, bi demokrasiyê tacîdar bikin.
Ji ber vê yekê, Konferansa me, ji bo têkûzkirina aştiyeke mayînde, wê têkoşîneke aştiyê ya ji jêrê heta jorê birêxistin bike.
Hewldana Mirovên Aqilmend ku bi tenê agahî û raporê dide hukûmetê, ne li gorî giyana pêvajoyê ye. Konferansa me di wê baweriyê de ye ku divê Mirovên Aqilmend encamên xwe bi hemû partiyên siyasî û gel re parve bikin û pêwîste pêvajoya danûstandinan jî bi zelalî were meşandin.
Aştî wê bi têkoşîna hemû gelên bindest pêk were.
Ya girîng û bingehîn, civakîbûna danûstandin û hevdîtinan e.
Bi vê têgihiştin û tespîtê, konferansa me ji bo van karên daniye pêşiya xwe pêk bîne navgîn, rêbaz û komîsyon ava kiriye. Ev Komîsyonên hatine avakirin, wê di çarçoveya pêşniyarên beşdaran de pêvajoyê bişopînin, ji bo astengiyên gengaz daxwaza hevdîtinê li aliyan bikin. Her weha wê ji bo têkûzkirina aştiyê, li qadên herêmî konferans û çalakiyên mîna wê organîze bikin.