Danaci yê SGDF’î: Berxwedan kevneşopiya me ye, hûn nikarin bi me
Ji Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danaci nerazîbûn nîşanî operasyonên li hemberî hevserokên xwe Ozgen Sadet û Oguz Yuzgeç û gaziyên Pirsûsê, da.
Ji Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danaci nerazîbûn nîşanî operasyonên li hemberî hevserokên xwe Ozgen Sadet û Oguz Yuzgeç û gaziyên Pirsûsê, da.
Okan Danaci ê SGDF’î nerazîbûn nîşanî operasyonên binçavkirina sosyalîstan ên di nav de gaziyên Pirsûsê jî hene da û got, "Ev operasyonan nikarin tekoşîna me rawestînin. Ji ber ku berxwedan kevneşopiya me ye."
Ji Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danaci nerazîbûn nîşanî operasyonên li hemberî hevserokên xwe Ozgen Sadet û Oguz Yuzgeç û gaziyên Pirsûsê, da.
Danaci bibîr xist ku komkujiya 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê re AKP'ê li hemberî gelan şer îlan kir û wiha axivî: "Bi vê îlanê re li Kurdistanê komkujiyan rû dan. Li Enqereyê em bi awayekî komî hatin qetilkirin. Li rojava Tirkiyeyê jî em bi qirkirina siyasî re rû bi rû man. Ev şer ji aliyê Qesrê ve tê birêvebirin. Qesr dixwaze hemû gefên li hember xwe ji holê rake. Komkujiyên Pirsûs û Enqere jî êrîşên ji bo ji holê rakirinê bû."
Danaci da xuyakirin, ku ji ber dirûşmên xwe yên aştî û edaletê ew hedef hatine girtin û got, "Plana Qesrê ya ji bo qedandina hemû hêzên civaka demokratîk di meriyetê de ye. Operasyonên ku îro li hemberî me hatin kirin jî, parçeyek ji vê planê ye. Bi taybetî ciwanên ku bi van êrîşan re rû bi rû dimînin, nîşan didin ku AKP’e çiqas ji ciwanan ditirse. Li Pirsûs û Amedê bi komkujiyan re nikarîbûn bi ciwanan û niha difikire ku bi operasyonên qirkirina siyasî wê karibe bi wan. Ev operasyon nikarin tekoşîna me bidin sekinandin. Ji ber ku berxwedan kevneşopiya me ye. Li ku derê êrîş û qetlîam hebin ciwan her tim li hemberî wê disekinin. Em ê jî li dijî van operasyonan rawestin."