DAIŞ talan dike, mafya berhemên dîrokî difiroşe
DAIŞ talan dike, mafya berhemên dîrokî difiroşe
DAIŞ talan dike, mafya berhemên dîrokî difiroşe
Asta derba barbariya DAIŞ'ê li mîrateya çandî ya Iraqê xistiye, bilind dibe. Li gorî UNESCO û Muzeya Neteweyî ya Iraqê, berhemên dîrokî yên li cihê DAIŞ dagir kiriye, bi hevkariya mafya navneteweyî ya berhemên dîrokî tên firotin.
Di rûniştineke Rêxistina Çand û Zanistiya Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ya li Parîsê de, zerara DAIŞ'ê daye dîrok û mîrateya çandî ya li Iraqê hat nirxandin. Dîrektorê Muzeya Neteweyî ya Iraqê Qeys Huseyîn Reşîd li civînê axivîbû û diyar kiribû ku rêxistinên mafya yên navneteweyî bi DAIŞ'ê re dixebitin.
Reşîd di axaftina xwe de gotibû, "Mafya bi her tiştê ku weke mîrateya çandî bê qebûlkirin re mijûl dibe û der heqê hemû objeyên dikarin werin firotin de agahiyê dide rêxistina terorê DAIŞ'ê." Reşîd da zanîn ku li herêmên Iraqê yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, gelek berhemên dîrokî ji welêt hatine revandin û destnîşan kiribû ku hin objeyên ji dema Asûran li Ewropayê derketine holê.
Tê zanîn ku DAIŞ li her cihê dagir dike, berhemên dîrokî û çandî tine dike. Ji meha Hezîran dema dagirkirina Mûsilê û vir ve gelek tirbe, bîrdarî û dêr bi teqemeniyan hatin rûxandin û tê dîtin ku objeyên dikarin bên rakirin, ji aliyê çeteyan ve tên firotin.
LI DIJÎ QAÇAXÇITIYÊ BANGA HEVKARIYÊ LI CÎHANÊ HAT KIRIN
UNESCO'yê jî da xuyakirin ku der heqê mijarê de wan welatên endam, muzeyên navneteweyî û firoşkarên berhemên hunerî hişyar kirine. Sekretera Giştî ya UNESCO Îrîna Bokowa diyar kir ku ew hewl didin pêşnûme biryarekê derxînin ku firotina berhemên dîrokî û çandî yên ji Iraqê hatine revandin, qedexe dike. Bokowa da zanîn ku ji ber rayedarên Iraqî têrker nînin ew hewl didin mûxatabên xwe yên din ên li cîhanê agahdar bikin.
UNESCO bang li Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO) û Rêxistina Polîsan a Navneteweyî (Interpo) kir ku bala wan li ser bazara firotina berhemên hunerî û dîrokî bin.
UNESCO her wiha der heqê qadên çandî û dîrokî yên li Iraqê de agahî dabû welatên di nav koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de cih digirin. UNESCO dixwaze bi taybetî di bombebarana hewayî de pêşî li zerara li mîrateya dîrokî û çandî bigire.