DAIŞ'ê navên 2 hezar kesên li Mûsilê qetil kir aşkera kir

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê li Mûsilê herî kêm 2 hezar kes qetil kirine û lîsteya navên qurbaniyan li meydanan daliqandine.

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê li Mûsilê, ku bi gumanbarî par dagir kiribû, herî kêm 2 hezar kes qetil kirine û lîsteya navên qurbaniyan li meydanan daliqandine.

Serokê Parlamenta Iraqê Selîm El Cûbûrî duh daxuyaniyek da û ragihand ku li Mûsil a di bin dagirkeriyê de ye zêdeyî 2 hezar sivîl hatine qetilkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya Cûbûrî de hat gotin, "Ji aliyê rêxistina terorê DAIŞ'ê ve zêdeyî 2 hezar welatiyên bêguneh hatine qetilkirin."

Hin rayedarên herêmî yên Mûsilê diyar kirin ku ji 10'ê Hezîrana 2014'an dema dagirkirina bajêr ji aliyê DAIŞ'ê û vir ve 2 hezar 70 kes hatine qetilklirin û lîsteya ji navê van qurbaniyan hatiy weşandin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, lîsteya ji navê welatiyên hatin qetilkirin li Nûneriya Herêmî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Mûsilê hatiye daliqandin.

Hat ragihandin ku çeteyan ji rayedaren herêmî belgeya mirinê ya kesên qetil kirine xwestin û ji ber vê yekê jî lîste li dîwarê nûnertiya wezaretê daliqandine.

Ji Wezareta Tenduristiyê rayedarekî nexwest navê xwe aşkera bike anî ziman, ku kesên hatine qetilirin bi hinceta 'Nêrînên Îslamê deforme dikin diparêzin' ji aliyê çeteyan ve hatine kuştin. Di nava mirovên navê xwe di lîsteyê de heye, rêveberên herêmî, parêzer, efserên berê, polîs, rojnamevan û gelek parêzvanên mafên mirovan jî hene.

Çeteyên DAIŞ'ê di 10'ê Hezîrana 2014'an de Mûsil dagir kiribûn û beşeke girîng a eyaleta Nînovayê ya bajar pê ve girêdayî ye, xistibûn destê xwe.