DAIŞ’ê bi destûra AKP’ê atolye ava kir; êlekên xwekujiyê çêkir!
Çeteyên DAIŞ’ê bi destûra şaredariya bajarê mezin a AKP’yî, li Dîlokê atolye ava kir û li vir êlekên xwekujiyê çêkir.
Çeteyên DAIŞ’ê bi destûra şaredariya bajarê mezin a AKP’yî, li Dîlokê atolye ava kir û li vir êlekên xwekujiyê çêkir.
Tê diyarkirin ku Yûnûs Emre Alagoz û du bombeyên zindî yên nasnameyên wan nehatiye diyarkirin ên Komkujiya Enqereyê ya bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da organîze kirin, bi malên hucre yên Dîlokê re têkîldar in.
Polîsên ku Halîl Îbrahîm Dûrgûn ê ku êrîşkar ji Dîlokê anîn Enqereyê dişopand, xwe gîhand malên hucre û depoyan. Di malên hucre û depoyan de bi hezaran bîlye, 150 metre kortex, gelek TNT, amonyûm nîtrat û êlekên xwekujiyê hatin tespîtkirin.
Hate diyarkirin ku çete êlekên xwekujiyê li atolyeyên di depoyê de ava kirine çêdikin. Destûra atolyeyê jî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ya AKP’yî hatiye dayin.
WÊ ÊRÎŞÎ YUKSEKDAG BIKIRANA
Di analîzkirina daneyên dijîtal ên li malên hucre hatin bidestxistin de planên DAIŞ’ê yên çalakiyên bombeyên zindî li hember bernameya Dîlokê ya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li Stenbolê li hember xebatên hilbijartinê yên HDP’ê û li Antalya li hember Civîna G-20 hebû.