DAIŞ di bin çavdêriya leşkeran de wesayîtan didize
DAIŞ di bin çavdêriya leşkeran de wesayîtan didize
DAIŞ di bin çavdêriya leşkeran de wesayîtan didize
Leşkerên Tirk ku li ser sînor civaknas Kader Ortakaya qetil kirin, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên ku li heman deverê wesayîtan didizin tiştekî nakin. Berê jî dîmenên çeteyan û leşkeran bi hev re hatibûn kişandin û di dîmen de çete li ber çavên leşkeran wesayîtên welatiyan dişewitandin û eşyayên wan didizîn.
Çeteyên DAIŞ'ê li ber çavên leşkeran sînor derbas dikin û ev yek gelek caran bi belgeyan hatibû piştrastkirin. Berevajî vê yekê tehemuliya leşkeran li hemberî welatiyên ku ji bo piştgiriya Kobanê hewl didin sînor derbas bikin tine ye. Civaknas Kader Ortakaya ji bo piştgiriya Kobanê tevli nobeda li ser sînor bûbû ji hêla leşkeran ve hat qetilkirin. Li heman cihê ku Ortakaya hewl da derbasî Kobanê bibe û hat qetilkirin, çeteyên DAIŞ'ê li ber çavên leşkerên tirk wesayîtên welatiyan didizin. Di dîmenên ku ji hêla DÎHA ve hatin kişandin de çete destên xwe dihejînin li herêma ku di din kontrola leşkeran de ye wesayîtên welatiyên Kobanê didizin. Wesayîtên ku didizin dibin gundên ku dagir kirine.
XETA QOP-ELÎŞARÊ
Welatiyên ji gundê Elîşarê hatin û li gundê Qopê ya Pirsûsê bi cih bûne bi dûrbînan li gundê xwe û wesayîtên xwe temaşe dikin. Welatiyên ku naxwazin cihê wan bên dîtin diyar kirin ku çete tên cem leşkerên tirk bi wan re diaxivin û di bin çavdêriya leşkeran de wesayîtên wan didizin. Welatiyan destnîşan kirin ku çeteyên ku gundê wan dagir kirine gelek caran hewl dane bi çekên kanasê sûîqestê li wan bikin û gotin ku gelek guleyên wan li gundê Qopê ketine.
XETA MERDISIMÊL-KAZIKA
Welatiyên gundê Kazikaliyê diyar kirin ku wan wesayîtên xwe li goristana pişt qereqolê gundê Merdisimêlê hiştine û dan zanîn ku di rojekê de bi dehan wesayîtên wan li ber çavên leşkeran hatine dizîn. Wekî ku welatiyan diyar kiribû, dîmenên ku çete li ber wesayîtên zirxî yên leşkerên tirk wesayîtên welatiyan didizin bi dîmenên ku DÎHA'yê piştrast bûn. Di dîmenan de çeteyên herêm dagir kirine li ber çavên leşkerên tirk ên bi wesayîtên zirxî sekinîne li 2 kamyonet û motorsîkletekê siwar dibin û dibin gundê Kazikayê. Wesayîtên ku tên dizîn li TIR'an dikin û ji wir dibin Til Ebyadê û li wir difroşin.
XETA ELÎZÊR-COMELÎ, TILÊJBE Û KOSIKÊ
Kobaniyên Kosik, Comelî û Tilêjbeyê li gundê Elîzêr a Pirsûsê bi cih bûne gotin ku piştî êrîşên çeteyan DAIŞ'ê elektrîka li ser sînor tê qutkirin û îdîa kirin ku bi vî awayî alîkariya lojîstîkî dikin. Di meha Tîrmehê de xendekên ku ji hêla leşkeran ve hatin kolandin hê jî hene. Leşkerên ku nahêlin welatî nêzîkî wesayîtên xwe bibin, dihêlin çete westîtên wan bidizin.
XETA OXAN-QEREMOXÊ
Li gundê Qeremoxê Kobaniyên hatine li gundê Oxanê yê Pirsûsê bi cih bûne heman îdîa anîn ziman. Welatiyê bi navê Mustafa Îsa (44) ê ku 14 meh berê di şerê li hemberî çeteyan de ji lingê xwe birîndar bû got ku ji bo çete wesayîtên xwe êrîşên hêzên koalîsyonê biparêzin pûş avêtine ser wesayîtan xwe û bi vî awayî wesayîtên wan didizin û ev tişt anî ziman: "Wekî berê tevgera leşkeran zêde tine ye. Lê belê dîsa jî bi wesayîtên zirxî çeteyan dibin derdora Kobanê. Tanka ku ser wê bi pêş tîjî kirine hatiye ber gundê Hêlincê û ji wir êrîşî Kobanê dikin. Ez bi rêhevalên xwe bawer im. YPG û YPJ dê bi ser bikevin."