DAIŞ bi şanoyê hat protesto kirin

DAIŞ bi şanoyê hat protesto kirin

Kurdên li Norveçê dijîn, duh li Osloyê bi şanoyeke kolanê çeteyên DAIŞ’ê protesto kirin.

Bi armanca ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hember jinên Êzîdî protesto bikin duh li Oslo ya Norveçê şanoyek kolanê pêk hat. Nêzî 10 jinan bi çarşefên ku li xwe kiribûn bi awayekî ku xwe bi hev ve zincîr kirine li cadeya herî qerebalix Karl Johan bi qîrîn û rondikên çavan meşiyan. Welatiyên Norveçê jî eleqeyek mezin nîşanê şanoyê dan.

Hinek ciwanan jî pankartên wekê ‘Keçên me ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin’ û ‘Keçên xwe biparêzin’ hildan.

Ciwana bi navê Zorav Darîsîro ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bo bala gelê Norveçê balê bikişîne ser Sûriye û  Iraqê tiştekî wisa kirine. Darîsîro got ew wek ciwanekî Kurd bi têkoşîna YPJ’ê serbilind in.

Çalakiya ji îstasyona Trênê destpê kir û heta Avahiya Şanoya Neteweyî ya Oslo berdewam kir nêzî du saetan berdewam kir.