DAIŞ’ê li Kerkûkê 10 kes qetil kirin

Çeteyên DAIŞ’ê saetên sibê avêtin ser gundê Ebûşahir ê girêdayî bajarokê Yayçî ya Kerkûkê, 10 kes qetilkirin.

Berpirsyarê Asayîşa Kerkûkê Îdrîs Firat got: “Vê sibê çeteyên DAIŞ’ê avêtin ser gundê Ebûşahîr ê girêdayî bajarokê Yayçî yê Kerkûkê û xwîn rijandin.”

Rifat diyar kir ku li herêma ku mijara gotinê ye hêzên ewlekariyê hebûn û wiha got:”Bi taybet ji bûyerên 16’ê Cotmehê û vir ve li herêmê pirsgirêkên cidî yên ewlekariyê hene. Ji ber vê dikarin bi awayekî rehet li herêmê tevger bikin.

Rifat bibîr xist ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê û şûnde welatî ji ber ewlkariya ruhên xwe gund terikandine.

DAIŞ ji êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Efrînê û şûnde dayî destpêkirin kir ku di di serî de li Kerkûk, Diyala, Xaneqîn, Xurmatû, Daqûq û derdorê wê ji nû ve bikevin nava tevgerê.

Çeteyên ku bi dehan êrîş pêk anîne, bi sedan endamên Heşdî Şebî, leşkerên artêşa Iraq û polîsên Federal ên Iraq kuştine. Her wiha li herêma Heftagar a girêdayî Daqûqê jî hinek gund xistine destê xwe.