DAIŞ’ê bi xwekujan rojhilatê Mûsilê ji xwe re kire hedef

Çeteyên DAIŞ’ê ku li rojavayê Mûsilê hateine asêkirin li rojhilatê bajêr 3 êrîşên xwekujî pêk anî.

Çeteyên DAIŞ’ê ku li rojavayê Mûsilê, Mûsila Berê hatine asêkirin li taxa rojhilat a Mûsilê Mesnayê 3 çalakiyên xwekujiyê pêk anî.

Li gorî agahiyan di êrîşên şevê dî de gelek sivîl hatin kuştin. Lê bi temamî çend kes hatin kuştin û çen birîndar bûn nayê zanîn. Gelek birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Operasyona Mûsilê 17’ê Cotmea 2016’an dest pê kiribû û rojavayê bajêr 25’ê Çile ji çeteyan hatibû paqijkirin.

Her wiha li paytexta Iraqê Bexdayê jî li rojhilatê başûr şevê dî êrîşek li dijî niqteyên kontrolê yên hêzên ewlehiyê çêbû, di encamê de 5 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.