Dagirkirina şaredariyan wê li Qada Seyîd Riza bê protestokirin
Li Dersimê wê li dijî xespê li Qada Seyîd Riza çalakî bê lidarxistin. Banga tevlîbûna çalakiyê hate kirin.
Li Dersimê wê li dijî xespê li Qada Seyîd Riza çalakî bê lidarxistin. Banga tevlîbûna çalakiyê hate kirin.
Nerazîbûnên li dijî xespkirina şaredariyên Dersim û Pulurê dewam dikin. Li navenda bajêr wê di saet 14.00’an de li Qada Seyîd Riza çalakî bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Sebahat Tuncel, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Murat Çepnî û hevserokên ku wezîfeya wan hatine xespkirin Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, serdana esnafan kirin.
Endamên partiyan li navenda bajêr li esnafan geriyan û gel ji bo saet 14.00’an vexwendin Qada Seyîd Riza. Bi berzkirina dirûşmeyên “Şaredarî yên me ne, qeyûm here” û “Berxwedan jiyan e” serdanên ji bo esnafan didomin.