Dagirkeriya Tirk li Hollanda, Awûstûrya û Swîsreyê hate şermezarkirin

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, li bajarê Grazê yê Awûstûryayê û li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk çalakî pêk hatin.

Kurdên li bajarê Amsterdamê tevî dostên xwe li meydana Damê li hev kom bûn û piştgiriya xwe ya bi Rojava re nîşan dan.

Di mîtîngê de gelek Hollandayî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Qisekeran dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û ji bo Rojava banga piştgiriya enternasyonalîst kirin.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê bi heman armancê mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin û ji bo piştgiriya bi Rojava re belavok hatin belavkirin.

Li kantona St. Gallen a Swîsreyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên enternasyonalîst ji bo Rojava meşek pêk anîn.

Di meşê de pankartên "Piştgiriya bi berxwedana Rojava re", "Ji St. Gallenê heta Rojava şoreşê biparêze" hatin hildan.