Dagirkeriya Tirk a li Efrînê di rojeva Parlamenta Swêdê de ye
Parlamenterên Swêdê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê helwest nîşan dan û xwestin ku hikûmeta Tirkiyê şermezar bike, mijarê bibe Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa.
Parlamenterên Swêdê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê helwest nîşan dan û xwestin ku hikûmeta Tirkiyê şermezar bike, mijarê bibe Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa.
Parlamenterê Partiya Derdorê Jabar Amîn û Parlamentera Pariya Çepgir Amîneh Kakabaveh xwestin ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê li Parlamentoya Swêdê were nîqaşkirin, hikûmet Tirkiyê şermezar bike, mijarê bibe Neteweyên Yebkûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa
Amîn di pirsnameya xwe de diyar kir Recep Tayyîp Erdogan ku van salên dawî gelek sûcê mirovahiyê kirine û ev ji hêla hemû cîhanê ve tê zanîn niha jî êrîşê bi ser Efrînê de dibe û got, ‘’Niha jî êrîşê dibe ser Efrînê ya li ser sînorê Tirkiyê ku Kurd lê dijîn. Artêşa Tirk bi balafirên şer û topan li Efrînê dixe. Artêşa Tirk ji bakur û roajva, komên cîhadîst ên bi desteka Tirkiyê jî ji rojhilat û başûr lêdixin. Rewş pir giran e û divê cîhana derve helwesta xwe diyar bike.
Amîn got gelek welatan li dijî sûcên mirovahiyê yên Tirkiyê û helwesta wê ya ku herêmê ne aram dike helwest danîne û helwesta Fransayê ya ku mijar birî NY’yê mînak nîşan da.
‘DIVÊ NOTAYA PROTESTOYÊ BIDIN TIRKIYÊ’
Amîn got helwesta hikûmeta Swêd ku destek dayî helwesta Fransayê erênî ye lê têrê nake û got, ‘’Hikûmeta Swêd divê zêdetir tişt bike. Hikûmet divê êrîşên li ser Efrînê ku hiqûqa navnetewî binpê dike bi fermî şermezar bike. Divê bang li konsolosê Tİrk bike û notayeke protestoyê bide.
Parlamentera Partiya Çepgir Amîneh Kakabeveh jî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê pirsnameyeke nivîskî da parlamentoyê, xwest ku mijara were nîqaşkirin û AKP were şermezarkirin.
Kakabaveh got Kurd ên ku li dijî DAÎŞ’ê xaka xwe diparêzin li herêmê bi gelên din re, kantonên demokratîk ên bi navenda jinê ava kirine û got DAÎŞ, rejîma Sûriyê û Tirkiye gefê li aramî û aştiya herêmê dixwin.
‘HEDEFA RASTÎN GELÊ KURD Ê LI ROJAVA YE’
Kakabaveh got Erdogan ji bo ku erîşa li ser Rojava meşrû bike YPG/YPJ’ê weke terorîst radigihîne û got, ‘’Hedefa rastî Kurdên li Rojava ne.’’
‘ERDOGAN JINAN JI BO XWE WEKE GEFÊ DIBÎNE’
Kakabaveh li ser pirsname û geşedanên li Efrînê bersiv da pirsên me û got, êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser Kurdan, kemarên herêmê ye û tê xwestin ku vîna wan were şikandin. Kakabaveh got, ‘’Erdogan ê xwedî hişmendiyeke Îslamiya radîkal e, kantonên ku jin tê de xwedî roleke pêşeng in, azadbûna jinan ji bo rejîma xwe weke gefekê dibîne.’’
Kakabaveh got divê hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropa li dijî êrîşên li ser Efrînê li cem Kurdan û kêmarên din bin û got, ‘Niha dema wê ye ku Swêd û Yekîtiya Ewropa ji Erdogan re bibêjin, ‘êdî bes e.’’
‘TIRKIYE YASAYÊN NAVDEWLETÎ BINPÊ DIKE’
Şîrîkê mezin ê hikûmetê Partiya Karkeran a Demokratên Sosyal jî li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê xwedî helwest in.
Parlamenterên partiyê Anders Osterberg û Serkan Kose gotin Tirkiye bi êrîşÊn li ser Efrîne yasayên navdewletî binpê dikin û rewşa Sûriyê zêdetir ne aram dike.