Dagirkeriya dewleta Tirk li Sydneyê hate şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komkujiyên ku dike li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komkujiyên ku dike li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Şemiyê çalakiyeke protestoyî pêk anî.
Kurd tevî dostên xwe li meydana Town Hallê li hev kom bûn, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û piştevaniya xwe ya bi berxwedana Rojava re raber kirin.
Şaredarê Marîcwîllê yê ji Partiya Keskan Colman Smîth jî tevlî çalakiyê bû û diyar kir ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Smîth anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşa dijî sivîlan sûcê şer kiriye û dixwaze "paqijiya etnîkî" bike.
Senatorê berê yê ji Partiya Keskan Lee Rhîannon jî bal kişand ser destûra Trump a ji bo dagirkeriya dewleta Tirk û got, "Em hemû li pêşberî vê yekê matmayî man. Biryareke wiha xizmet ji Erdogan re kir."
Rhîannon diyar kir ku ew zanin ku dewleta Tirk li Efrînê çi kiriye û bang li her kesî kir ku di vê pêvajoyê de piştevaniya gelê Kurd bikin. Rhîannon her wiha diyar kir ku divê Serokkomarê Tirk Erdogan li dadgeha sûcên şer bê darizandin.