Dagirkeriya dewleta Tirk li Hîldesheîmê hate şermezarkirin
Li Almanya bajarê Hildesheimê dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk a li ser Rojava hate protesto kirin.
Li Almanya bajarê Hildesheimê dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk a li ser Rojava hate protesto kirin.
Ji 9'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vir ve li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê çalakî pêk tê.
Kurdistanî tevî dostên xwe doh jî daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Şoreşa Rojava: Herêmparêzî, Femînîzm, Demokrasiya Bingehîn, Piştgirî bi berxwedana antîfaşîzmê" û alên YPG, YPJ û TEV-DEM'ê hatin hildan û piştevanî bi berxwedana Rojava re hate kirin.