Dagirkerên dewleta Tirk 5 sivîl qetil kirin
Dewleta Tirk a dagirker li du gundên Eyn Îsa û Serêkaniyê pênc sivîl qetil kirin. Li Girê Spî ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker şer qewimî û di encamê de 6 dagirker hatin kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker li du gundên Eyn Îsa û Serêkaniyê pênc sivîl qetil kirin. Li Girê Spî ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker şer qewimî û di encamê de 6 dagirker hatin kuştin.
Li gorî agahiyan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan êrişî gundê El Eride yê li bakurê Eyn Îsayê kirin. Ji ber êrişê Mehmûd Zahêr ê 60 salî û Berho Elo ku 65 salî ye jiyana xwe ji dest dan.
Di nava rojê de li gundê Dîbîşê yê navbera navçeya Zirganê ya Serêkaniyê û Dirbêsiyê dagirkeran 3 sivîl qetil kiribûn.
Şevê din di saet 01:00`an de, artêşa Tirk û çeteyên wê DAIŞ`ê û El-Nusra êrişî gundê Xefetsalim ê girêdayî Girê Spî kirin.
Şervanên QSD`ê bersiva êrişan dan û di encamê de 6 çete hatin kuştin û yên din jî reviyan. Cenazeyê çeteyekî di qada şer de ma û li ser wî kelanşîkov û 3 telefon hatin rakirin.
Her wiha dema çete bi paş de reviyan, mayînek bi erebeya çeteyan ve teqiya û di encamê de, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Lê hejmara wan ne diyar e.