Dagirker êrişî Serêkaniyê dikin: Bi kêmanî 30 çete hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker êrişên giran dibe ser gundên Serêkaniyê. Li du gundan herî kêm 30 dagirker hatin kuştin û yek jê tank gelek wesayitên leşkerî hatin rûxandin. Her wiha sê sivîl bi destê dagirkeran hatin qetilkirin.

Hêzên dagirker ên Tirk ji 9'ê Cotmehê û vir ve êrişên xwe yên li dijî sivîlan didomînin.

LI GUNDÊ DÎBÎŞÊ SÊ SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Dagirkeran sûcekî din ê şer li gundê Dîbîşê yê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kirin. Dagirkeran li gund sê sivîl qetil kirin. Ji 9'ê Cotmehê ve bi sedan sivîl ji aliyê dagirkeran ve hatine qetilkirin. Hin ji wan bi rengekî hovane hinek jî bi rengekî komî hatin înfazkirin.

Dewleta Tirk agirbesta bi DYE û Rûsyayê re kir bi rêk û pêk binpê dike û êrişên xwe yên li dijî herêmê didomîne.

BI ÇEKÊN GIRAN ÊRIŞ LI GUNDEKÎ EYN ÎSA KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê yên pê ve girêdayî Duşemê bi çekên giran êriş birin ser gundê Firehan ê Eyn Îsayê. Gund bi rengekî giran hate bombekirin.

LI GUNDÊ KÎNAYÊ 6 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Li gundê Kîna yê Eyn Îsayê êvara Yekşemê şervanên QSD'ê bi rengekî tund bersiv dan êrişa dagirkeran. Di şer de 6 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

LI GUNDÊ MUBAREKIYÊ 24 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Li gundên Midbaxa, Mezrexa Mala Hemdoş, Dawudiye, Dirdara, Mubarekiye, Mirekis û Sikkeriye yên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ji şeva Yekşemê ve dagirker êriş dikin. Şervanên QSD'ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrîşên dagirkeran.

Li gundê Mubarekiyeyê şervanên QSD'ê bersiveke tund dan êrîşan û di encamê de 24 çete hatin kuştin û du wesayitên di êrîşê de hatin bikaranîn hatin rûxandin.

Hate ragihandin ku li gundên din jî şer qewimiye û ji dagirkeran kuştî û birîndar hene, lê encam nehate tespîtkirin.

Hêzên dagirker serê sibehê hewl dan bikevin nava gundê Midbaxa û şervanên QSD'ê bersiv dan êrîşê. Çeteyên dagirker ên derb xwarin ji neçarî xwe vekişandin.

Di heman demê de li dijî gundên Sali û Til Qertelê êrîş hate kirin û li her du herêman jî şer qewimî.

LI GUNDÊ BABIL XÊR TANKEK HATE RÛXANDIN

Li gundê Babil Xêrê ji dawiya heftyê ve şerekî giran diqewime. Di şerê Yekşemê de bi dehan dagirkerên artêşa Tirk hatin kuştin û tankek wan hate rûxandin.