Dadgeriya Tirk biryar da ku Yuksekdag dîlgirtî bimîne

Rûniştina doza li dijî Hevseroka dîlgirtî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag pêk hat. Dadgeriya Tirk biryar da ku Yuksekdag dîlgirtî bimîne.

Rûniştina doza Hevseroka dîlgirtî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat.

Yuksekdag, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştina dozê bû. Parêzerên Yuksekdag jî li daneşînê amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Kemal Pekgoz û Mahmût Togrûl jî daneşîn şopandin. 

Di daneşînê de Yuksekdag mafê axaftinê girt û bi van gotinan parastina xwe kir: "Girtina me berhema darbeya siyasî ye. Darbe hê jî didome. Di ser darbeyê re 4 sal derbas bûn û bi ser neket. Em di aborî û jiyana civakî de hê zêdetir bandora vê darbeye dibînin. Derket holê ku herî zêde li pergala hiqûqê hatiye kirin. Em mexdûrên darbeya ku li hiqûqê hatiye kirinin."

Piştî parastina Yuksekdag parêzerên wê Rûken Gulagaci û Sezîn Ûçar axivîn.

Dozgeriyê xwest ku Yuksekdag girtî bimîne.

Heyeta dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir û biryar da ku Yuksekdag dîlgirtî bimîne.

Dadgerekî endamê heyeta dadgehê şerh danî ser biryara girtîhiştina Yuksekdag.

Rûniştin ji bo 28'ê Îlonê hate taloqkirin.