Dadgerê Elman got ‘Ez li hember têkoşîna Kurdan rêzdarim’ û 6 sal ceza da!
Ji doza siyasetmedarê Kurd Abdullah S. ku nêzî 2 sal in li Dadgeha Eyaletea Dusseldorfê didome 6 sal ceza derket.
Ji doza siyasetmedarê Kurd Abdullah S. ku nêzî 2 sal in li Dadgeha Eyaletea Dusseldorfê didome 6 sal ceza derket.
Dadgerê beriya biryarê aşkera bike got ‘Ez li hember têkoşîna Kurdan rêzdarim’ piştre 6 sal ceza da. Parêzerên doza ku dispêrên qebûlkirina ku PKK rêxistineke terorê ye, xwe amade dikin ku serî li dadgeheke jor bidin.
Li Elmanyayê di raya giştî de ligel ku di mehên dawî de li dijî têkoşîna azadiya Kurd sempatî zêde bûye jî dadgeheke Elman a li siyasetmedarê Kurd 6 sal ceza birî. Siyasetmedarê Kurd Abdullah S. ku di 12’ê Nîsana 2012’an de bi îdîaya ku rêveberê PKK’ê li Kolnê hat girtin û duh biryara doza wî hat dayîn.
Dozên ku ji 5’ê Hezîrana 2013’an heta niha berdewam dikinrûniştina dawî de dozger got ku divê PKK wek ‘rêxistineke terorîst’ bê qebûlkirin û xala 129b ya hiqûqa cezayê hincet nîşan da û cezayê herî bilind birî. Dadger beriya biryarê aşkera bike got ‘Ez li dijî têkoşîna gelê Kurd rêzdarim’ û hat hînbûn ku polîtîkaya dewleta Tirk ya li dijî Kurdan rexne kiriye.
Parêzerên dozê li dijî nêzîkatiya ku PKK wek rêxistina terorê tê dîtin, bertekên tund nîşan dan û gotin ku bi pêşengiya PKK’ê têkoşîna azadiyê tê dayîn û bal kişandin ser geşedanên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn. Parêzeran bi taybet têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê tê meşandin vegotin.