Dadgeha ku ew ê sûcên Tirkiyeyê bidarizîne, li hev dicive

Tribunala Navneteweyî ya ku ew ê sûcên dewleta Tirk û rayedarên lê wê werin darizandin, ew ê di 15-16’ê Adarê de li Parîsê bicive.

Tribunala Navneteweyî yan jî bi navê xwe yê din Dadgeha Gel a Mayînde pişta xwe dispêre Dadgeha Russellê ya ku di salên 1960’î de sûcên DYA’yê yên li Wîetnamê darizandibû. Di vê dadgehê de jî ew ê li ser sûcên şer ên dewleta Tirk were sekinandin.

Ew ê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan were darizandin. Di heman demê de rayedarên hikumetê, fermandarên leşkerî û şefên îstîxbaratê jî ew ê werin darizandin. Nêzî 300 kesên navdar û 45 saziyên navneteweyî piştgiriyê didin dadgehê.

Ew ê 7 dadger vê dadgehê bi rê ve bibin. Ev dadgerên ku ji neteweyên cihê ne, ew ê bi awayekî serbixwe û xweser bin. Lêpirsîn ew ê ji aliyê komeke hiqûqnas a navneteweyî were kirin. Ev kes di warê mafên mirovan û mafên mirovan ên navneteweyî de kesên pispor in.

Têkildarî sûcên Tirkjyeyê yên li dijî Kurdan îddîaname hate amadekirin. Îddîaname nêzî 100 rûpelan e û ew ê pêşkêşî dadgehê were kirin.

Dadgeh ew ê biryara xwe du meh şûnde eşkere bike. Bi vê wesîleyê ew ê li Parlementoya Ewrûpayê ya Brukselê civîneke çapemeniyê li dar bixe. Ew ê siyasetmedar, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civakî tevlî vê civînê bibin.

Ev dadgeh ew ê sûcên ku nehatine dîtin, ronî bike. Bi vê rêyê tê hêvîkirin ku bihistyariyeke berfireh were kirin û tevdîrên şênber werin girtin.

Rûniştin ew ê di 15’ê Adarê saet di 09.00’an de dest pê bike. Piştî nasandina endamên dadgehê ew ê were tespîtkirin ku aliyê Tirkan ne amade ye. Jixwe ji bo parastinê vexwedinname ji hikumeta Tirkiyeyê re hatibû şandin. Piştre jî ew ê têkildarî sûcdariyan pêşkêşî werin kirin.

Di roja pêşîn de di çarçoveya tayînkirina qedera xwe de ew ê li ser dîrok, mafên mirovan, mafên ekonomîk, mafên çandî û mafên jinan were sekinandin.

Di rûniştina piştî nîvro de w ê çarçoveya zagonî were diyarkirin. Di heman rûniştinan de ew ê guhdariya sûcên dewleta Tirk ên li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê were kirin.

Di 16’ê Adarê de ew ê pêşkêşiyên li ser qetlîama Roboskiyê û şîddeta li ser jinan were guhdarîkirin. Di rûniştina sêyemîn de ew ê şahidiyên komandoyên kuştinê yên dewletê  cihi bigire yên ku rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter qetil kiribûn. Di heman dem ê de ew ê êrîşên li ser rojnameya Özgür Gündem û DEP’ê jî cih bigirin.

Di beşa dawîn a rûniştina sêyemîn de kî ew ê li ser Komploya Şemzînanê, êrîşa li Basa û qetilkirina sê jinên şoreşger ên di 9’ê Çileya 2013’an de ya li Parîsê were sekinandin. Di heman demê de ew ê li ser esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan jî were sekinandin û piştgiriya dewleta Tirk a ji bo rêxistinên terorîst jî ew ê were darizandin.