Gerry Adams destek da 'Tribunal a Navneteweyî'

Yek ji lîderên dîrokî yên Îrlandayê Gerry Adams diyar kir ku ew destekê dide 'Tribunal a Navneteweyî' ya li Parîsê ku sûcên dewleta Tirk wê lê bên darizandin.

Gerry Adams ku 34 salan Sinn Fein bi rê ve bir û meha Sibatê bi rengekî fermî xwe ji siyasetê vekişand, peyameke bi dîmen weşand û destek da 'Tribunal a Navneteweyî'.

Dadgeha ku ji bo darizandina sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk hate avakirin, wê 15 û 16'ê Adarê li avahiya Borsa Kar a li Parîsê pêk were. Nêzî 40 saziyên navneteweyî û 300 kesayet destekê didin dadgehê. Ev dadgeha wijdanê wê ji aliyê 7 dadgeran ve bê birêvebirin. Bersûcê sereke yê dadgehê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e.

Adams ragihand ku bi navê Sinn Fein ew destekê dide dadgehê û anî ziman ku li ser sûcên giran ên dewleta Tirk û ajanên wê gleekî îdîa hene. Adams diyar kir ku ew ji bo gelê Kurd li çepikan dixe ji ber ku ji aliyê qanûnî ve hewl dide ev sûc bên lêkolîn û piştgirî da gelê Kurd.

LÖWY: EV DADGEH JI ALIYÊ EXLAQÎ Û SIYASÎ VE GELEKÎ GIRÎNG E

Midûrê lêkolînên bijarte yê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî (CNRS) Mîchael Löwy jî peyamek weşand û destek da. Löwy got, "Ev dadgeh hem ji aliyê exlaqî ve hem jî ji aliyê siyasî ve gelekî girîng e." Löwy diyar kir ku ev yek hewldaneke antî-emperyalîst, antî-kolonyalîst e û Dadgeha Russell a navneteweyî bi bîr xist ku li dijî sûcên şer ên DYA yên li Vîetnamê hatibû avakirin. Löwy destnîşan kir ku ev dadgeha li ser Tirkiyeyê jî xwedî heman formatê ye û diyar kir ku ew hêvîdar e ev dadgeh jî bi qasî Dadgeha Russellê bi bandor be. Köwy got, "Hêvîdar im ev yek wê tevkariyeke girîng li mafên gelê Kurd û gelê Tirk bike."

Berê jî nivîskaran Patrice Franceschi û Janet Biehl, ji koma çep a yekbûyî ya Parlamenta Ewropayê GUE/NGL Gabi Zimmer û pisporê Rojhilata Navîn ê Fransayî Gérard Chaliand bi rêya qenala YouTube desteka xwe ragihandibûn.