Dadgeha Destûrî ya Iraqê qebûl kir ku deng bi destan bên jimartin

Dadgeha Destûra Bingehîn a Iraqê li ser îtiraza li hilbijartina parlamenta Iraqê biryar da ku deng bi destan ji nû ve bên jimartin.

Parlamenta Iraqê ji ber nîqaşên li ser hilbijartina 12'ê Gulanê encamên hilbijartinê betal kiribû û biryar dabû ku deng ji nû ve bên jimartin.

Îtiraz li vê biryara Parlamenta Iraqê hate kirin. Serokê Dadgehê Mîthat Mahmût bi navê Dadgeha Destûra Bingehîn a Iraqê daxuyanî da û diyar kir ku biryara parlamentê ne li dijî dadgeha destûra bingehîn e.

Dadgehê her wiha wezîfeya endamên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ya li parlamentê qedand û li şûna wan dadgerên ku di pêvajoya jimartina bi destan de cih bigire, tayîn kir.

Serokê dadgehê Mîthat Mahmût jî her wiha diyar kir ku dadgehê biryar daye, biryara parlamentê ya ji bo betalkirina dengên li derveyî welat, penaberan û hêzên ewlekariyê yên li Herêma Kurdistanê ne destûrî ye.

Ji bo ev biryara parlamentê bê betalkirin, Serokkomariyê, Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya ıraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serî li dadgeha destûra bingehîn dabûn.

Iraq ji dema hilbijartinê û vir ve di nava rewşeke nediyar a siyasî de ye. Rêjeya tevlîbûna li dengdanê di asta herî nizm de bû. Her wiha bi hinceta ku fen hatine kirin, gelek hêz li ber encamên dengdanê rabûn. Di hilbijartinê de tifaqa ku lîderê Şîa Muqteda Sadr bi komunîstan re kir bû yekemîn, lîsteya Hadî el Amîrî yê alîgirê Îranê bû duyemîn. Her du lîsteyan ji bo avakirina hikumetê tifaq kirin, lê belê hîn bi awayekî fermî hikumet ava nebûye.