Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana HDP'ê ya ji bo taloqkirinê, red kir

Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana HDP'ê ya ji bo taloqkirina doza girtinê ji bo piştî hilbijartinê, red kir.

HDP'ê 15'ê Adarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û diyar kiribû ku ji ber erdhejê nepêkane ew parastina devkî bikjin û ji ber bandora xwe ya li ser hilbijartinê xwestibû ku doz bê taloqkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ve serlêdana HDP'ê ya ji bo taloqkirina dozê red kir.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yêj i Komîsyona Hiqûqê Berpirsyar Serhat Eren diyar kir ku wê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn li Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê binirxînin û helwesta xwe ya têkildarî parastina devkî û dozê piştre eşkere bikin.