Dadgeha Destûra Bîngehîn girtîmayîna 10 salan betal kir
Dadgeha Destûra Bîngehîn girtîmayîna 10 salan betal kir
Dadgeha Destûra Bîngehîn girtîmayîna 10 salan betal kir
Dadgeha Destûra Bîngehîn ku der barê dema girtîmayînê de biryar girt girtîmayîna 10 salan betal kir. Lê belê dadgehê ji bo heta nîzama nû pêk were 1 salek wext da hikûmetê.
CHP, bi armanca aktîfkirina xizmetên darazê hin qanûn bên guhertin û dozên têkildarî sûcên bi rêya çapemeniyê û ragihandinê pêk tên werin taloqkirin bi daxwaza di qanûna van mijaran de hin xal bên betalkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgeha Destûra Bîngehîn ku ev serîlêdan girt dest û di sûcên terorê de girtîmayîna 10 salan “bêpîvan” dît û betal kir.
Dadgehê ji bo hikûmet nîzama nû çêbike jî 1 salek wext da. Hikûmet jî piştî biryar di Rojnameya Fermî de were weşandin di nav salekê de wê nîzameke nû çêbike. Heta wê demê wê hukmê ji sûcên “teror”ê ya girtîmayîna 10 salan di meriyetê de be.