Dadgeha Bilind, Gulîstan Dîken Akbaba tevî kurê wê yê 7 mehî xist girtîgehê

Gulîstan Dîken Akbaba, ku di operasyonên 'KCK'ê de hat girtin, bi biryara dadgerekî endamê FETO ceza lê hat birîn. Piştî ku Dadgeha Bilind ev ceza erê kir, Gulîstan tevî kurê xwe yê 7 mehî Mîraz ket girtîgehê.

Gulîstan Dîken Akbaba, ku rêvebera Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Maltepe ya Stenbolê bû, di 17'ê Çileya 2012'an de tevî komek hevalên xwe, bi navê 'Operasyonên KCK'ê hatibû girtin. Akbaba li 16. Dadgeha Cezayê Giran a Xwedî Erka Taybet a Stenbolê hat darizandin û bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di dema darizandinê de Akbaba hat berdan, lê belê piştî ku ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, roja 19'ê Sibatê tevî kurê xwe Mîraz Aram ê 7 mehî hat girtin. Dadgeriya Tirk Akbaba û kurê wê Aram xist girtîgeha Bakirkoyê.

Parêzera Gulîstan Akbaba Hatîce Korkût diyar kir, bi biryara dadgeheke girtî û dadgerekî hatiye girtin re, mîna gelek mirovan Gulîstan Akbaba û kurê wê yê 7 mehî Mîraz Aram mexdûr bûne.

'BIRYARÊN DADGERÊ ENDAMÊ FETO, HÊ JÎ DERBASDAR TÊ DÎTIN'

Parêzer Korkût da xuyakirin, ku muwekîla wê, ji ber karên xwe yên siyasî li nava DBP'ê hatiye darizandin û anî ziman, 16. Dadgeha Cezayê Giran a Xwedî Erka Taybet a Stenbolê bi darizandinên gumanbar ên weke KCK, Şîke, Odatv tê naskirin. Korkût got, "Vê dadgehê, bi biryarên xwe yên alîgir û neheq re ket rojeva raya giştî. Dadger Mehmet Ekîncî, ku serokê heyeta vê dadgehê ye, ji ber lêpirsîna FETO/PDY reviya bû û di 28'ê Çileyê de hat girtin. Lê belê biryarên li aliyê dadgeha vî dadgerî ve hatine dayîn, hê jî derbasdar in."

'DIXWAZIN GULÎSTAN Û PITIKÊ WÊ 2 SAL Û 10 MEHAN DI GIRTÎGEHÊ DE BIHÊLIN'

Parêzer Hatîce Korkût der barê dosya dozê de ev agahî da: "Gulîstan, di nava vê darizandinê de bersûca yekane ya jin bû. Hevalên din ên rêveber ên di dosyayên mîna vê de, bi cezayên kêm an jî bi taloqkirina ceza, neketin girtîgehê. Lê belê bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Gulîstan Dînek birîn. Piştî ku sal û nîvekê girtî ma, di 17'ê Çileya 2012'an de hat berdan. Piştî ku cezayê li Gulîstan hat birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, hat girtin. Gava ku dema wê ya li girtîgehê jê bê derxistin, ji bo bi şert were berdan divê 2 sal û 10 mehan tevî kurê xwe girtî be."

'GULÎSTAN BI NEHEQÎ HAT GIRTIN'

Parêzer Hatîce Korkût anî ziman, di doza Gulîstan Akbaba de axaftinên Gulîstan bi malbatê û hevalên xwe, nameyên ji girtîgehê jê re hatine û hin beşên rojnivîska ku wê di 13-14 saliya xwe de nivîsandiye weke delîl hatin nîşandan. Korkût diyar kir, cezayê lê hatiye birîn ji aliyê 16. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin.

Parêzer Korkût da xuyakirin, ku ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin û destnîşan kir, ku ev biryara ji aliyê dadgeheke ne heq û ne rewa ve hatiye dayîn, divê derhal bê betalkirin û Gulîstan Akbaba tevî kurê xwe yê 7 mehî bê berdan.