Dadgeha Bilind cezayê pere yê li Kişanak hatibû birîn erê kir

Dadgeha Bilind cezayê pere yê li Kişanak hatibû birîn erê kir

Dadgeha Bilind 6 hezar lîra cezayê pere yê li Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ku bi hinceta ji serokwezîrê tirk Tayyîp Erdogan re gotibû ‘Şîzofrenî bûye’ hatibû birîn, erê kir.

4’emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind cezayên 6 hezar pere yê ku li Gultan Kişanak hatibÛ birîn dicih de dît.

Di biryarê de wiha hat gotin: “Dema ku delîlên der barê dosyayê de tên nirxandin, di biryara dadgeha herêmî de tiştekî şaş tune û her tişt di cih de ye. di vê çarçoveyê de biryara temyîzê hatiye redkirin û bi yekdengî hatiye erêkirin.

Kişanak di 13’ê Gulana 2011’an de bi buroya hilbijartinê ya Êlihê de di axaftina xwe de ji bo serokwezîrê tirk Erdogan wiha gotibû: “Di warê derûnî de pirsgirêkek wî heye. Dibêjin Şîzofrenî, yanî parçebûna kesayetê. Rojekê xwe weke yekê din dibîne û roja din jî xwe yekê din dibîne. Tenduristiya ruhê wî ev e. Şîzofrenî bûye. Rastiya serokwezîr, zilm e, şidet e, zalimî ye. Em dê bi gelê xwe re li ber bidin. Em dê serokwezîrê du roj di sindoqan de têk bibin.”

Piştî van gotinan parêzerên Erdogan Alî Ozkaya, Burhanettîn Sevecan û Muammer Cemaloglu der barê Kişanak de doza tezmînatê ya 10 hezar TL yî vekiribû. Dadgeha Hiqûqê ya 19’emîn asliye ya Enqereyê doz qebûl kir û 6 hezar Lîra ceza lê birî.