Dadgeha Bilind berata 52 polîsên îşkencekar erê kir
Dadgeha Bilind berata 52 polîsên îşkencekar erê kir
Dadgeha Bilind berata 52 polîsên îşkencekar erê kir
Daîreya Yekemîn Cezaya Dadgeha Bilind der barê 25 polîsên ku di sala 1992’an de li Bismila Amedê peywirdarê banqeyê Mîktat Kutlu li baxçeyê mala wî bi îşkenceyê kuştin de biryara beraatê erê kirin.
Daîreya Cezaya Yekemîn ya Amedê biryara Dadgeha Cezaya Giran a Amedê der barê 52 polîsên ku Kutlu kuştibûn de hatibûn dayîn kontrol kir. Dadgeha Bilind bi hinceta ku sûcê xistine ser bersûcan ne sabîte, biryara beratê erê kir.
Parêzerê malbata Kutlu, Abdullah Çager diyar kir ku dosyaya dozê di 2010’an de şandine Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û wiha got: “DMME’ê di 7’ê Adara 2013’an de der barê dozê de ji Tirkiyeyê agahî xwest. Em li bende biryara DMME’ê ne.
Çager got Mîktat Kutlu ku di banqeyê de dixebitî, ligel kut evli çalakiyê nebibû jî li baxçeyê mala wî tê binçakirin û piştî binçakvirinê di encama îşkenceya ku dibîne jiyana xwe ji dest dide.