Dadgeh li gorî rapora pêzanan a Sûrê tevnegeriya

Ligel ku pêzanan diyar kirin ku malên nû yên Sûrê ne li gorî çand, dîrok û avadaniya wê ya civakî ye, dadgehê ev rapor qebûl nekir.

Desteya Herêmî ya Parastina Bermahiyên Çandî yên Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirk di 14’ê Sibata 2018’an de bernameya îmarê guherand. Odeya mîmaran diyar kirin ku betalkirina şerta divê kevirên bazalt were bikaranîn li dijî dîrok û mîmariya Sûrê ye û doz vekir.

RAPORA PÊZANAN

Dadgehê biryar da ku ew dikarin li gorî rapora pêzanan tevbigerin û xwest raporek were amadekirin. Du hîndekarên Zanîngeha Dîcleyê û du pisporan di 20’ê Adarê de li qada Sûrê ya ku malên nû lê hatine lêkirin, keşfek kirin.

Rapor di 17’ê Gulanê de pêşkêşî dadgehê hate kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku di warê teşeyî de ev mal dişibin malên Amedê lê tu eleqeya wan bi malên dîrokî yên Amedê tune.

LIGEL RAPORÊ DE DADGEHÊ AVAKIRINA XANIYAN NEDA SEKINANDIN

Piştî rapora pêzanan divê avakirina xaniyan bihata sekinandin lê dadgehê xwest ku raporeke din were amadekirin.

Parêzera Odeya Mîmaran Gulşen Ozbek diyar kir ku vê biryara dadgehê li dijî hiqûqê ye û divê li gorî raporê biryarê bidin. Ozbek diyar kir ku di Çileya 2020’an de wê li Sûrê keşfeke din jî were kirin.