'DAÎŞ'iyên cotwelatî em nikarin bistînin'

Seroka Giştî ya  partiya desthilatê CDU'yê Kramp-Karrenbauer, xwest ku welatîbûna Elman a DAÎŞ'iyên cotwelatî yên ku YPG-QSD'ê ew girtine, were betalkirin û neyê hiştin ku ew werin Elmanyayê.

Elmanya dike û nake çareseriyeke ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên ku hêzên YPG-QSD'ê di operasyonan de ew sax girtine, nabîne. Piştî ku Serokê DYE'yê Trûmp bang li Elmanya û welatên din ên Ewropayê kir û got, 'welatiyên xwe bibin û darizînin'' mijar ji rojeva welatan dernakeve,  lîdera partiya Serokwezîr Merkel, Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) Annegrat Kramp-Karrenbauer pêşniyarak da.


Lîdera CDU'yê bang li Wezîra Dadmendiyê ya Federal Katerîna Barlet kir, xwest ku welatibûna Elman a DAÎŞ'iyên bi cot-welatî were betalkirin. Kramp-Karrenbaûer got gaveke wiha wê 'pêximker' be û got, ''Ên cot-welatî ku tevlî nav vê rêxistina terorê bûne, divê zanibin ku wê pasaporta wan a Elmanya ji dest wan biçe û careke dî nikaribin werin Elmanyayê.''

Jixwe, li gorî peymana koalîsyonê ku SPD û CDU'yê îmze kirî, ên ku derketine derveyî welat û tevlî nav rêxistineke terorê bûne, divê welatîbûna wan a Elmanya were betalkirin. Lê şîrikên hikûmetê di pêşnûmeya yasayê de ya ku ji bo mijarê hazir kiribûn, negihaştibûn fikrekî hevpar.

Piştî ku kete rojevê ku endamên çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgeha Rojavayê Kurdistanê wê werin Elmanyayê, qanadê CDU'yê destsivikî kiribû û li ser vê mijarê pêşnûme hazir kiribû. Lê tê gotin Wezareta Dadê hê ji Wezareta Karê Navxwe pêşnûme nebiriye û rengekî dawî nedayê.

Nayê zanîn bê ka Wezareta Dadê ya SPD'yî Barley wê çi bersivê bide banga Kramp-Karrenbauer.

ÎŞÊ DAÎŞ'IYÊN TIRK ZOR E

Heke yasaya ku Kramp-Karrenbauer were qebûlkirin herî pir ev ê bandorê li DAÎŞ'yiyên bi eslê xwe Tirk bike, ku ji Elmanyayê tevlî DAÎŞ'ê bûne û welatîbûna wan a Tirk-Elman heye. Tê zanîn bê kêmanî hezar kes ji Elmanya, çûne Sûriyê û Iraqê û tevlî nav DAÎŞ'ê bûne. Li gorî organên fermî yên Elman 35 ji 100'î yên van kesan, ku ji wan re 'îslamiyên radîkal' tê gotin,  welatiyên Elman in û 27 ji 100'î yê wan cotwelatî ne.

Li gel welatîbûna  Elman, di nav wan de yên ku welatiyê, welatekî dî ne, bi 21 ji 100'î welatiyên Tirk di rêza pêşî de cih digirin. Di rêya duyan de jî welatiyên Fasê hene. Her wiha, di nav koçberan de ku ji Elmanyayê tevlî nav DAÎŞ'ê bûne, welatiyên  Tirk di rêza pêşî de bûne. Heke ev pêşniyara CDU'yê were qebûlkirin DAÎŞ'iyên ku welatiyê Tirkiyê ne wê wan nebin Elmanyayê.

Di dest YPG'ê de çiqas welatiyên Elman ên bi eslê xwe Tirk hene, nayê zanîn. Lê bi giştî, tevlî jin û zarokan behsa 200 kesî tê kirin, ku welatiyên Elman in.