DÎTÎB tevlî meşa li dijî DAIŞ'ê nabe
DÎTÎB a ser bi AKP'ê ve, tevlî xwepêşandana li bajarê Koln ê Elmanyayê nabe, ku çalakî li dijî DAIŞ'ê tê lidarxistin.
DÎTÎB a ser bi AKP'ê ve, tevlî xwepêşandana li bajarê Koln ê Elmanyayê nabe, ku çalakî li dijî DAIŞ'ê tê lidarxistin.
Gelek partiyên siyasî, kesayetên navdar û saziyên olî, bi navê "Meşa Aştiyê ya Misilmanan" çalakiyekê li bajarê Koln ê Elmanyayê lidar dixin. DÎTÎB a ser bi AKP'ê tevlî vê meşê nabe. Bahaneya DÎTÎB'ê jî; meha Remezanê ye.
Meş bi piştgiriya komên olî yên cuda yên li Elmanyayê tê lidarxistin. Yekîtiya Îslamî ya Tirk a Diyanetê (DÎTÎB), ku di dema dawî de bi karê sîxuriyê kete rojevê, tevlî vê meşa li dijî êrîşên DAIŞ'ê û komên çete yên tund ên Îslamî nabe.
Meş wê roja Şemiyê bi dirûşma "Ne bi me re ye" li Kolnê bê lidarxistin û nerazîbûn were nîşandan, ku li ser navê ola Îslamê komkujî tê kirin. Yek ji pisporên ola Îslamê Lamya Kaddor ku li Elmanyayê navdar e û aktîvîstê aştiyê yê Misilman Tarek Mohamad jî destekê didin meşê. Partiya Çep (Dîe Lînke), Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan, Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) û Partiya Demokrat a Azad (FDP) jî tevlî meşê dibin.
DÎTÎB: MEHA REMEZANÊ JI XWE RE KIR HINCET
DÎTÎB jî, ku ev saleke li Elmanyayê ewke şaxê AKP'ê û MÎT'ê dixebite û bi karên sîxuriyê di rojevê de ye, tevlî vê çalakiyê nabe. DÎTÎB'ê di peyama xwe ya beriya niha de îdîa kiribû, ku daxwaza 'Bila Misilman li ber terorîzmê rabin' xizmetê ji feraseta 'terorîzma navneteweyî tenê di nava civakên Îslamî de dibîne' dike.
DÎTÎB'ê îdîa kir, ku ev yek civakê parçe dike û îdîa kir, ku xwepêşandanên li dijî terorê, wê pêşî li 'sûcdarkirina Misilmanan' negirin. Di dewama daxuyaniyê de her wiha hat gotin, ji ber meha Remezanê tevlîbûna wan li xwepêşandanê 'wê zehmet be'.