D’alema komploya li dijî Ocalan vegot
D’alema komploya li dijî Ocalan vegot
D’alema komploya li dijî Ocalan vegot
Serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê Massimo D’alema pêvajoya komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegot. Herwiha D’alema behsa hêzên navnetewî yên li pişt vê komployê kir.
Yek ji navê girîng ku di komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat û bibû şahidê wê demê Serokwezîrê Îtalyayê Massîmo D'alema bû.
Massîmo D'alema di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Hurriyet ya Tirkiyeyê de behsa hatina Ocalan ya Romayê dike û dibêje, ev yek ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatibû plankirin. D'alema di de zanîn ku, ew hatina Ocalan ji Lîderê nû yê Partiya Komînîst Fausto Bertînottî hîn bûye. D’alema di hevpeyvîna xwe de tîne ziman ku dema Ocalan hate Romayê, Almanya daxwaza girtin û îadeya Ocalan dike.
D’alema destnîşan dike ku, piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat Romayê, Tirkiyeyê daxwaz kir ku em îadeya wan bikin, em ev di civînê de nirxand û em gihan wê biryarê ku, ji ber li Tirkiyeyê hêjan cezayê darvekirinê nehatibû rakirin me, daxwaza Tirkiyeyê qebûl nekir.
Massîmo D'alema ji bo daxwaza Almanya ya îadekirina Ocalan wiha dibêje:
"Serokwezîrê Almanya Gerhard Schröder li me geriya û got wan dest ji daxwaza îadekirinê berdaye. Wekî sedem jî got; 'li vê derê gelek netewperestên kurd û tirk hene. Eger em Apo bînin û dadgeh bikin em dê nekarin vê yekê kontrol bikin. Wê bûyerên gelek mezin derkevin.' Jixwe piştî ku Almanya em di nîvê rê de hiştin krîz jî wê demê destpê kir."
D'alema da zanîn ku, wana Ocalan li malekê bicihkiribûn û behsa hêzên navneteweyî yê li pişt vê komployê kir:
"Di wê demê de Serokdewletê Emerîkayê Bill Clinton ket dewrê. Ji min re telefon vekir û got 'Ocalan terorîste, wî îadeyî Tirkiyê bikin'. Min ew daxwaz red kir. Min got 'ev yek ne mimkûne."
D'alema di hevpeyvîna li gel rojnameya Hurriyet ya Tirkiye kirî de destnîşan dike ku, Ocalan li ser vexwendina Wezîrê Karê Derve yê Yunanîstanê Pangalos ji Romayê vediqete.
Massîmo D'alema di dawiya hevpeyvîna xwe de jî dibêje, ew piştgiriyê dide pêngava rizgariya demokratîk.