Di Nobeta Aştiyê de êşkenceya polîsan hat protestokirin

Di Nobeta Aştiyê ya ÎHD'ê de hewldana darbeya hilbijartinê ya li Wanê û êşkenceya li ser gel hat protestokirin.

Di Nobeta Aştiyê ya ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hat organîzekirin de hewldana darbeya hilbijartinê ya li Wanê û tundiya polîsan a li hemberî gel hat protestokirin.

ENQERE

Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî çalakiya “Nobeta Aştiyê” li avahiya xwe li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz, Ferît Şenyaşar û Omer Faruk Haluku, Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Berpirsyar Ozturk Turkdogan û endamên DEM Partî û ÎHD’ê tev li nobetê bûn. Daxuyanî ji hêla Enes Beyaz ve hate xwendin û pankarta “Ji bo aştiya civakî dawiyê li tundiyê bînin” hate hilgirtin. 

Beyaz, bal kişand ser darbeya hilbijartinê ya li Wanê û geşedanên piştre. Beyaz, bertek nîşanî êşkence û binçavkirinên li dijî çalakvanan da. 

EDENE

Parastvanên mafên mirovan bi pêşengtiya Şaxa ÎHD’a Edeneyê, çalakiya “Nobeta Aştiyê” ya vê hefteyê bi dirûşma “Ji bo aştiya civakî bila tundî bi dawî bibe, rêzê ji îradeya gel re bigirin” li dar xist. Beşdar li avahiya komeleyê hatin gel hev. Di nobetê de hat xwestin ku îktîdar rêzê ji îradeya gel re bigire. 

HATAY

Şaxa ÎHD’a Îskenderûn a Hatayê jî “Nobeta Aştiyê” bi daxwaza “Ji bo aştiya civakî bila tundî bi dawî bibe, rêzê ji îradeya gel re bigirin” li dar xist. Nobet, li konteynira weke cihê şaxê tê bikaranîn hat lidarxistin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Coşkun Selçuk metna daxuyaniyê xwend. Coşkun bang li îktîdarê kir ku rêzê ji bo îradeya gel a ji sindoqê derketî bigire. Coşkun wiha domand: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de hat fêmkirin ku tu wateya polîtîkayên ewlehiyê û sepana tayînkirina qeyûman a ji 2016’an ve ketiye meriyetê di nava civakê de nîne. Di serî de li bajarên kurdan, di hilbijartinên 31’ê Adarê de peyama avakirina aştiya civakî ya nû hate dayîn. Divê desthilat vê peyamê baş fêm bike, di pirsgirêka Kurd de dev ji polîtîkayên ewlehiyê berde û ji bo avakirina aştiya civakî, li polîtîkayên aştiyane vegere.” 

SÊRT 

Şaxa ÎHD’a Sêrtê jî bi daxwaza “Ji bo her kesî aştî” “Nobeta Aştiyê” li dar xist. Nobet, li avahiya şaxê hate lidarxistin. Hevserokên DEM Partiyê yên Bajar Rewşan Aslan û Eşref Tekîn û Hevserokê Komeleya Botanê jî tev li bûn. Li eywana çalakiyê pankarta “Parastina aştiyê mafekî mirovan e” hate daliqandin. 

Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Mehmet Satici bertek nîşanî tundiya polîsan a di dema protestoyên li dijî darbeya hilbijartinê ya li Wanê de da. 

ÊLIH

“Nobeta Aştiyê” ya li Êlihê jî li avahiya Şaxa ÎHD’ê hat lidarxistin. Platforma Ked û Demokrasiyê, OHD, Baroya Êlihê û endam û rêveberên ÎHD’ê tev li daxuyaniyê b3un. Di daxuyaniyê de pankarta “Aştî mafê mirovan e, aştî temînata mirovahiyê ye, bijî aştî” hate vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şîray axivî. Şîray bertek nîşanî tundiya polîsan a di protestoyên qeyûman de da. Şîray xwest ku êrişên li dijî îradeya gel bi dawî bibin.